Hevpeyvîn bi Feratê Dengizî re

1-Mafê perwerdeya zimanê dayîkê îro di rojevê de ye, gelo li gor we ev maf çiyê, ji bo kê ye û dibê çawa were fehmkirin?

“Mafê Perwerdehiya bi Zimanê Dayikê” wek têgeh kêm e. Ziman, zimanê
civakekê, yê gelekî ango yê neteweyekî ye. Nê yê dayikê bi tenê… Yani ziman ne yê “dayikê” bi tenê ye, ango yê ku em ji dayika xwe hîn dibin; ev e û berfireh e jî; yê bav û kalan, ê civaka ku mirov tê de dijî ye. Yani têgiheke çandî ye û li ser jiyan, civak û dîroka wê civakê teşe digire û xwedî xisusiyetên zimanî ye.

Ev maf, mafê herî xwezayî yê hebûnê ye. Çi civak, çi gel, çi netewe ku bi zimanê xwe dipeyîve; mafê wî heye ku bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne, astengî helwestek dijmirovahî û faşîzane ye ku zêde ev kiryara mêtingeran e. Mînak; ku ez kurd im divê ez bi zimanê xwe perwerdehiyê bi Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê (lîsansa bilind jî tê de) bibînim û di jiyanê de bi hesanî û bêasteng bikarbînim û di warê civakî de jî bipêşxim. Yanî her şert û mercên jiyan û civakê bêasteng bikarbînim û geşedanê bidim zimanê xwe; ligel zarava û devokan… Mîna her gelê li ser rûyê cîhanê. Çi perwerde, çi weşan, çi navgînê ragihandinê, çi di her warê jiyanê û jiyanî de û hwd. Ev ligel Kurdî ji bo tevayên zimanan wisa ye. Li Tirkiyeyê çiqas gel, kêmar û civak hebin; ev mafê wan e, ne kêm ne zêde; tiştekî jiyanî… Ne ku hinek vî mafî dibexişînin; yanî li gorî pîvanên mirovahî, civakî, demokratî û mafnasî…

Hilbet zimanê fermî jî heye û pîvanên wan mîna hev in; ligel zimanê fermî yê dewletê her ziman di heman astê de ne.

2-Li gor rewşa kurdîya iroyîn de ev maf dikare çi bide kurdan an jî ewê kurd çi sûdê jê bigrin?

Ev mijareke berfireh e. Di demên berê de bêyî fermiyet û perwerdehiyê jî ziman dikaribû xwe biparêze. Lê îro rewş zêde guheriye. Teknolojî, şaristaniya kapîtalîst, globalî, mêtingerî û emperyaliyê kiriye ku li serê çiyayekî jî ziman nikare xwe ji bandora neyînî ya bişavtinê ango asîmîlasyonê biparêze. Xweparastina ziman di van şert û mercan de bi rastî pir zor e. Di nav mala xwe de jî tu nikarî zarokan jî computer, tv û herwiha bi dûr bixî. Qedexe û tunedîtin li aliyekî dinê. Tiştên têne zanîn naxwazim dubare bikim.

Îca di van şert û mercan de perwerdehiya bi zimanê dayikê tiştekî, jiyanî, jêneger, xwezayî û mafê hebûnê ye. Yanî mîna hebûn û nebûnê ye mesele. Kurd vî mafî ku li gorî edalet, wekhevî, demokratî bikarbînin dikarin teknolojiyê jî têxin xizmeta zimanê xwe û jê sûdêwergirin. Ligel qedexetiya 90 salî li Bakurê welêt ku vî zimanê kevnare yî bingehxurt dikaribûyê xwe biparêze, ew ê zêde ji vî mafî sûdêwergire. Tê zanîn ên ku ziman didin jiyîn, di berdewamiya jiyanê de yên bikartînin û heta hetayê didin jiyîn zarok in. Ji ber ku ew ê zarok vî zimanî bidomînin mafê perwerdehiya bi Kurdî jêneger û jiyanî ye. Bi rastî divê em kurd hişê xwe bidin serê xwe û kûr bifikirin. Ev ne karê henekan e. Em ên navser/navsale çiqsasî qenc û xweş bi Kurdî zanibin jî emrê me kurt e, mesele zarok in. Divê bi vê hişmendiyê em li meseleyê binêrin û nebêjin “bila di dersên xwe de xurt bin û li dibistanê bi ser kevin, zarokên me bi Kurdî nepeyîvin jî tiştek nabe, ma me çi xêr ji Kurdî dît ku!” A ev têgihîştin, ev hişmendî malxerabûn û malkambaxî ye ku em bi destên xwe, xwe didin bişavtin ku navê ve xwexwebişavtîn yanî otoasîmîlasyon e… Bi hişyarî û peywirdariyeke dîrokî divê em mafê perwerdehiya bi Kurdî biparêzin û ligel daxwaza ji dewletê em li mala xwe, li tax û bajar û gundên xwe mala xwe bikin dibistana zimanê xwe yanî dibistana zimane Kurdî. Mal, tax, gund û bajar tev divê rojek berî rojekê bibin dibistana zinamê me. Şet û merc jî guncavin bi tenê ku em bixwazin û hewlbidin. Ligel xetereyan derfet jî hene. Belkî derfet zêdetirin, bi tenê nêyarê me xemsarî ye, ji xwe û zimanê xwe rev e.Tirsa ku ‘em an jî wê zarokên me birçî bimînin’ malkambaxî û malwêraniya herî xerab e ku bi vê sedem ê em ji zimanê xwe direvin û dibin dildar, evîndar û aşiqê zimanê serdestên xwe… Serdest, cemaet û dersxanekar yanî xwediyên dersaxaneyan li benda vê ne. Çima li welatê me ewqasî dersxaneyên taybet û malê xwendekaran hene divê em bifikirin. Bi ser windakirina zimanê xwe em xelkê jî dewlemend dikin bi dest, ked û pereyên xwe… Tirsa bêkarbûn û birçîbûnê heta ku wê bibe xefik û kemîna me ya bi destê me ku xelk jê sûdêwerdigirin…

Mirov dikare hê zêde jî dirêj bike.

Bi rastî jî BÊ ZIMAN Yanî BÊ KURDÎ JIYAN NABE… Yan na em ê bibin xwedî kesayet û jiyaneke sexte, xapînok, pêkenok û verişok…

Ji bonî jiyaneke mirovane, kurdewar û azad; divê em mafê perwerdehiya bi Kurdî bixwazin, biparêzin û pêkbînin… Sazî û dezgehên me yên mîna Kurdî Der, Akademî û Enstîtu jî hene û divê em li wan xwedî derkevin û piştgiriyê bidin wan û weşanên bi Kurdî mîna rojname, kovar û pirtûkan… Gelo bi qasî ku em pereyan didin weşanên bi Tirkî em çiqasî pereyan didin weşanên bi Kurdî. Em çend kes aboneyên A. Welat an jî kovarên bi Kurdî ne! Ma mirov nikare rojê banqnotekê ji bo zimanê xwe xerc bike! Hebikî wijdan… Ku rojnameya bi Kurdî yan jî weşaneke bi Kurdî têkeve mala me wê bandoreke erênî jî li zarok û malbatê bike.

3-Ger kurdî nebê zimanê fermî , tenê bi vî mafê dikare çiqas were parastin û pêşxistin?

Fermîbûna ziman girînge e, lê bi ya min perwerdehî li pêştir e. Em li dîrokê binêrin; gelek zinamê fermî yên nîvcîhana dema xwe û îro tune ne, mirî ne. Ka rewşa Sankrîstî, Babîlî, Romayî, Osmanî û herwihayên kevn î xurt çiye û rewşa Kurdî ya ku ji kûrdîrokê tê çi ye?! Hilbet divê bala me li ser rewş, bazar û bikaranîna jiyanê be. Bazar ziman xurt dike, divê bazara me, bazartiya me bi Kurdî be! Divê ziman jiyanî be. Ev jî karê civakê û hişmendiya civakê ye… Divê xizan, dewlemend, xweşhal û her kes li ser bifikire, lewra ev karekî netewîtî ye. Bera ka çend dewlemendên me bi qasî ku girîngiyê didin îhaleyan girîngiyê didin zimanê Kurdî? Ka çend dewlemendên me dibistan û dersxaneyê Kurdî vekirine..? Mesele hebikî wijdan û têgihîştine…

Ev nayê wê wateyê ku ez naxwazim Kurdî bibe fermî. Di bingeha xwe de fermîbûna zimanê Kurdî helwestek siyasî ye. Ev karê siyasiyan yê jêneger e. Fermîbûn ji ziman re baş e, xurt dike, lê ne bes e. Bi ya min divê Kurdî di herêma xwe de li Kurdistanê fermî be û ev xwesteka min î sereke ye.
Lê divê em bi tenê xwe bi vê girênedin û nexapînin. Mesele civakî ye… Divê civak lêxwedîbûneke xurt şanî bide û zorê bide siyasiyan; lê ne bi tehne û heqeretan; bi rexne, sekin û lêxwedîbûnê… Bi ya min hişmendiya me ya civakî qels e û ev xetere ye. Ne hewceya ku mirov sûcê xwe têxe stûyê hinekan…. Divê em weke civak, kesayetiya xwe ji ya bin destan; ji evîndariya serdestan û zimanê wan; çi Tirkî, çi Erebî, çi Farisî, çi Îngilîzî û hwd. rizgar bikin… Ji zimanê dinê jî hez bikin, hîn bibin lê pêşî Kurdî… li Kurdî xwedîbûn, li kesayeta xwe, li kurdbûna xwe, li azadîbûn û serbixebûna xwe xwedîbûn e… 
Wekî din ji gazin û gelaciyan bêhtir ne tiştekî din e.

Panzdehê Gulanê Cêjna Zimanê Kurdî ye; lêxwedîbûna bi hişmendî dixwazim; dibêjim Cêjna Zimanê Kurdî bi qêrîn û hawara Celadet Bedirxan pîroz e, pîroz be û li benda pîrozdîtin û pîrozkirina gel e. Kurdî li hêviya kurdan e…

Spas ji bo te ev dem û derfet da me.

Mal ava ji bonî vê derfetê…
Silav û rêz…


Feratê DENGIZÎ
Nivîskarekî Kurd/Xwedî û berpirsiyarê Kovara Wyê/Endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê/Endamê Akademiya Ehmedê Xanî/Endamê Kurdî Der û yê Komelaya Nivîskarên Kurd li Amedê…. Dîsa nivîskarê Azadiya Welat e….

J. Alpîranî

Destpêk Hevpeyvîn Hevpeyvîn bi Feratê Dengizî re