Dawî an jî destpêk?

Li Tirkiye’yê ji sala 1984’an virve kengê siyaset, artêş û hikûmeta tirk di derbarê tevgera netewî ya Kurdistan’ê de têkeve tengasiyê amaje bi ‘‘wî aliyê sînor‘‘ dike! Ji roja ku komara xwe damezrandine nehatiye bîra rayêdarên tirk ku koka pirsgîrêkê li Enqere’yê ye ne li devereke din!

Niha li bazara Enqerê dîsa îhale ya ‘operasyona Qendîl’ê’ vebûye. Gefên dijî PKK’ê û (bi awayeke sergirtî dijî hezên Başûrê Kurdistan’ê jî) êdî yek ji daxuyanî û nûçeyên rojane yên hemû cûre medya û rayadarên tirk e. Leşker an jî siyasetmedar, çi desthilatdar, çi mûxalefet, yê ku beyanî zû şiyardibe û rojnamevanekî an jî kamerayekî bibîne destpêdike: Ji bo em terorê bidawî bikin divê em têkevîn Qendîl’ê!

Siyasetmedar, leşker, stratej, her cûre serekên civakî ewqas gotinên giran dikin ku herî kêm ji bo ku ji bin vî barî derkevin, divê operasyonekî pêk bînin! Dîplomasî, sîyaset, leşkerî û sektorên din yên Tirkiye’yê di vê meselê de hevdengin! Operasyona dervayê sînor bûye dermanê hemû derdê tirkan. Li gor wan ger ku Amerîka rê, Barzanî derfet û İran û İraq jî alîkarî bide wê artêş di nava çend rojan de hemû PKK’ê ji hole rake!

Di vê navberê de jî ji sînor 200-400 kîlometre dûr, li Dêrsim, Hatay, Amed, Çewlik û li gelek deverên din yên Kurdistan’ê gêrîlla diavêjin ser meqerên leşkerî. AKP beriya Qendîl’ê, bi hêrs berê xwe daye siyasetmedarên sivîl yên kurd û di bin navê tawanbariya KCK’yê de hilbijartiyên kurdan rêz bi rêz dişîne girtîgehê! Niha dest bi girtina tirkên ku silav didin kurdan jî kirine û Erdoğan bi avayeke eşkere ji herkesî re mealen wiha dibêje; Ya li alîyê me, ya li aliyê wan!

Sedemên operasyonê

Gelo sedemê girêdana hêviya rayedarên tirk bi ‘operasyona Qendîl’ê’ tê çi wateyî? Bi rastî jî hedefa wan ruxandina baregehên PKK’ê ne? An jî armancên wan yên veşartî hene?

-Rayedarên dewleta tirk agirbesta şeş salan ya PKK’ê wek ’’bêtesîrkirina terorê’’ şîrove kirin. Piştî destpêka êrişên PKK’ê jî nikarin şikestina xwe ya leşkerî rawe bikin. Rejima Enqere’yê piştî hilbijartinan û pevçûnên dawîn, di pirsgirêka Kurdistan’ê de serdestiya psîkolojîk ji dest da.

-Erişên gerîlla yên li Farqîn, Şemzînan û Çelê, li Bakûrê Kurdistan’ê geşbûna serhildanan, eşkerebûna hevdîtinên navbera dewlet û PKK’ê û çend amilên din siyeke giran ya kurdan danî ser serkeftina AKP’yê. Amilekî ku berê dewleta tirk dayê Başûrê Kurdistan’ê xerabûna vê dengeya psîkolojîk e.

-Rayedarên tirk dizanin ku piştî vekişîna hêzên Amerîka ji İraq’ê wê bandor û pozîsyona PKK’ê li heremê xurttir û zexmtir bibe. Li Kurdistana Sûriye’yê bandora mezin ya PKK li ser gelê heremê piştî ruxana rejimê wê ji bo PKK’ê derfetên mezintir peyda bibe. Mimkûne ku li vî beşê Kurdistan’ê ‘dewleteke PKK’ê’ derkeve holê. Yek ji armanca lezgîn ya dewleta tirk bi operasyona Qendîl’ê ew e ku li Sûriye’yê înîsiyatîfa siyasî di destê xwe de bigre û nehêlê ku PKK tedaxulê heremê bike.

Ji ber vê yekê jî dixwaze rêvebiriya PKK’ê bi bomberdimanê hawayî felcî bike… Ji bo ku ber li vê kabûsa xwe bigrin rayedarên tirk di nava kelecanekî de ne û wek fîlê ku ketiye nav sûkê tevdigerin.

Erdoğan’ê ku bû şahidê sêdarekirina Saddam û niha jî li heja Şam’ê temaşe dike û terqîna ji bo rihê melleyên Tehran’ê guhdar dike, ji ber korbûna siyasî di xesbkirina mafên netewî yên kurdan de israr dike.

Hesabê Enqerê û sûka Qendîl‘ê!

Gelo wê di operasyonekî dervayê sînor de çi were serê rejim û artêşa Tirk? Wê li Qendîl’ê çi bidest bixin? Wê çi di ser de bidin? Rîsk û encamên mûhtemel ya operasyoneke artêşa tirk ya pêşerojê wiha ye;

-Artêş û hikûmetê bendewariyên raya giştî ya ji operasyonê gelek gurr kirin. Ger ku ji operasyonê encamek negrin û zirarên mezin bibînin, li Tirkiye’yê careke din kes nikare bahsa operasyoneke bi vî cûreyî bike. Ger ku rejima tirk di vê operasyonê de bisernekeve, êdî careke din nikare ji Amerîka an jî ji İraq’ê doza ’ji holê rakirina bargehên PKK’ê’ bike.

-Operasyonên artêşa İran’ê ya havîna borî ji bo artêşa tirk wek testekî bibandor bû û generalên tirk ji encamên tevgera Îran’ê gelek dilşikestî bûn. Ewçend bi alîkariya wan be jî meleyên Îran’ê bi hêzên mezin jî li hember gerîllayan serkeftinek bidest nexistin û gelek darbeyên mezin xwarin. Di encam de operasyona Îran’ê ji neçarî bi peymana rawestina şer bidawî bû.

-Artêşa tirk tecrubeyên 24 operasyonên ku beriya niha li Başûrê Kurdistan’ê pêk aniye têra xwe danequrtandiye. Ev operasyon wê ji yên beriya niha cuda be. Hevkarên operasyonê nînin û armancên leşkerî û siyasî yên operasyonê ne zelal in. Li gel hebûna balafirên Heron jî di vê operasyonê de saloxdarî wê zahmet be. Ji ber vê yekê mumkûn e ku wendayiyê artêşê zêdebin. Ev yek rîskeke mezin e. Ger artêşa tirk di demeke kin de darbeyên mezin bixwe wê morala leşkeran bişkê. Li aliyê din dîmenên leşkerên operasyona 2008’an ku bi awayeke perîşan vegeriyabûn hîn jî li dîwarên fermandariya tirk daleqandiye!

-Di êrişa dawîn ya Çelê de ku gerîllayên HPG’ê di carekî de 18 hedefan bi ruxandin, di artêşê de bêhêwiyekî peyda kir. Piştî vê bûyerê wan bi çekên kîmyewî xwestin şerefa xwe ji erdê hilînin, û 35 şerwanên HPG’ê bi gazên jahrî kuştin û bi napalmê cesedên wan sotandin. Herçend li derodara sînor çûnûhatin jî derbasî alî din nebûn. Generalên tirk ku li hember gerîlla encamên serkeftî nagirin, ji raya giştî re dibêjin; ’Suriye û İran sîleh didin PKK’ê!’ Heman generalan dû-sê sal berê jî digotin ‘‘Amerîka çek dide PKK’ê!‘‘ General bi vî awayî duxwazin nîşanbidin ku li pişt PKK’ê İran û Suriye heye û lewma ew bi PKK’ê nikarin.

-Artêşa tirk di şer de ji operasyonên Başûrê Kurdistan’ê sûdeke mezin vernegirtiye. Lewma piştî operasyona yekem ya sala 1983’an careke din heman mijar di sala 2011’an de di rojevê de ye.

-Generalên tirk di giftûgoyên operasyonê de carna behsa avakirina heremeke tampon jî dikin. Wate; 10 ta 20 kîlometre kûr û ji çemê Xabûrê heta sînorê İran’ê dagirkirina xaka Kurdistan’ê ye. Ev herem ji berriyên Başûrê Kurdistan’ê destpêdike. Li aliyê din di herema tampon ya ku tê pîlankirin de bêtesîrkirina gerillayan gelek zahmet e. Hingê Tirkiye (wek rewşa İsraîl’ê ya li Lubnan’ê) li İraq’ê wê bikeve rewşa hêzeke dagirker û di siyaseta derve de pirsgirêkên mayinde dirûst dike. Herema tampon (ku beşek dagirkirî ji Başûrê Kurdistan’ê be) û Bakûrê Kurdistan’ê bibe yek û ji bo gerîllayên PKK’ê bibe kûrahiyeke stratejîk.

-Operasyon ji çarçowa mahdûd derkeve û kurdên Başûr jî bike hedef wê bazirganiya bi Başûrê Kurdistan’ê û İraq’ê re bidawî bibe û deriyên sînor bên girtin. Tirkiye careke din salên dirêj nikare têkevê bazara heremê. Ev yek jî wê zirareke gelek mezin bide Tirkiye’yê. Sektorên tûrîzm û derfirotinê jî wê zirarên mezin bibînin. Milîtanên PKK’ê wê li dijî hedefên tûrîstîk û aborî çalakiyên bombeyî pêk bînin.

-Bandora operasyoneke mûhtemel ya li ser aboriya Tirkiye’yê nehatiye hesabkirin. Tevgera leşkerî wê li ser borsa û sermaye ya biyanî tesîrên negatîf bike. Ger ku operasyon dirêj bike an jî mayinde be, ev zirar wê mezintir bibe. Bi vî awayî birçiyên ku di kolanên Tirkiye’yê de dirûşmên ‘’Ordu Qandîl’e/Artêş berbi Qendîl’ê ve’’ davêjin jî ji vê yekê acis bibin û di nav Tirkiye’yê de zemîna piştgiriya raya giştî nemîne. Ji xwe ji niha ve fatûreya bombebarana ser Kurdistan’ê wek ‘zam’ ji gelê Tirkiye’yê tê stendin.

Ger ku qendîla artêşê li çiyayê Qendîl’ê bitefe aqûbeta biraderên AKP’yê wê çawabe ew jî xwedê zane! Ger ku Tayyip Erdoğan binî ziwa bifilite bi îhtîmaleke mezin wê jiyana xwe ya mayî li çewlika Pensilvania’yê bidomîne!

Helwesta Hikûmeta Kurdistan’ê

Serokê Herema Kurdistan’ê Mesûd Barzanî di serdana xwe ya Tirkiye’yê ya hefteya borî bi awayeke zelal daxuyand ku ew li dijî PKK’ê tevlî hewldanên leşkerî nabin, û metodên leşkerî jî di meseleya çareseriyê de hîç encamekî nade. Barzanî herçend ji tirkan re got; ‘’Saddam jî nikarî çiyayê Qendîl’ê bi alayên leşkerî û gazên kîmyewî bidestbixe’’ jî Erdoğan ji van gotinan wê peyama zirav ya ku wî bi Saddambûnê dişibîne fahkir, nekir em nizanin!

-Artêşa tirk derbasî xaka Başûr bibe, wê nexwaze zû bi zû ji wir derkeve. Yekîneyên tirk wê li ser Hewler’ê di derbarê têkiliya bi kurdên Suriye’yê û pirsgirêka Kerkûk’ê de bibe zextekî mezin. Koalîsyona Hewlêr’ê ku di dagireke wiha de bêdeng bimîne an jî bi AKP’ê re hevkarî bike, wê li hember mûxalefeta Tevgera Goran têkbiçe.

-Barzanî bi helwesta xwe diyar kir ku ew niyet û taktîkên tirkan baş nasdikin. Lewma xwe nêzî hîç opsiyonekî Enqere’yê nakir, û dosyaya talîmatên wan yên sor li wan vergerand. Bi vî awayî di dema serdanê de bê edebiya rayedarên tirk yên dervayê rêbazên dîplomasiyê jî li wan îade kir.

-Li aliyê din ger ku operasyona artêşa tirk ya ser Qendîl’ê ‘’demkirt, mahdûd û tiyatral be’’ û zirar negîje sivîlan mumkûn e ku hêzên hikûmeta Kurdistan’ê bi artêşa tirk re nekevin pevçûnê, li ser sînor şerîdeke zirav valabikin û tedaxulê şer nekin.

-Lê ger armanca operasyonê dagirkirina heremê be, wê hezaran Pêşmerge li dij artêşa tirk pozîsyon bigre. Ji bo artêşa tirk qebîliyeta şer ya Pêşmerge nehatiye testkirin. Dagir, sihêtî, birêvbirin û temînkirina lojîstîkê ji bo şerîdekî 450 kîlometre dirêj û xwedî şêniyeke mezin û di bin lûleyên tifingên dijmin de belkî li ser kaxizên generalên tirk hêsan e. Lê tecrûbeya artêşa Amerîka ya İraq’ê xwedî rûyeke reş e!

-Ger ku hêzên hikûmeta Kurdistan’ê li dij artêşa tirk bisekinin wê rewş ber bi şerekî giştî ve biguhure. Di encama ev tevgera leşkerî de wê erdnîgara herdû perçeyên Kurdistan’ê û hêzên netewî/civakî yên kurd bibin yek.

-Artêşa tirk têkêve Qendîl’ê jî we nikaribe li wir bisekine û nikaribe bi hêsanî derkeve jî. Pevçûnên navbera gerîlla (pêşmerge) û artêşa tirk wê li ser hemû alema kurdayetiyê bandorekî mezin bike. Welatparêziya kurdan wê geştir bibe û dagira tirkan wê di nav kurdên cîhanê de bibe sedemê daxwaza dewleteke serbixwe. AKP wê çend koloburatorên kurd yên destê xwe jî wendabike.

Bandora operasyonê li ser PKK’ê

-Rayedarên PKK’ê ji bo operasyoneke mûhtemel amadebûna xwe tînin ziman. Ew jî zanin ku şerekî wiha mimkûne bibe ‘şerê dawîn’! Hemû hesabên PKK’ê li ser vê yekê ye! Nêzî sê mehane rojane bi dehan balafir û topavêjên tirk çiyayên Kurdistan’ê dane ber bombardimanê. Piştî destpêka bombardimana hewayî ku di meha tîrmehê de destpêkir li Başûrê Kurdistan’ê bargehên sabît yên PKK’ê nemane. Hêzên gerîlla seyar in û cîhê wan ne diyar e. Ji ber vê yekê çavderên leşkerî ne li bendê ne ku artêş encameke erênî yê leşkerî bidest bixe.

-Operasyon dirêj bike, bê guman wê gêrilla jî xesar bibîne, lê şerekî wiha ji bo hêzên gêrîlla ku di bin barana bombeyên hawayî de pasîf mane wê bibe motîwasyonek nû. Ger PKK di operasyona bejayî de biserkefe, we xurttir bibe û gelek xortên din tevlî artêşa gêrîlla bibin. Herwiha PKK bi saya operasyonê wê ji gelek pirsgirêkên navxweyî jî xelas bibe.

-Ger operasyon bizivire dagirkirinê wê li Tirkiye’yê jî di encam de di navbera tirk û kurdan de şerê navxweyî derkeve. PKK jî wê bersîva lînckirina nîjadperestan bide û kolanên Tirkiye’yê jî bibe qada qatlîaman û têkiliyên tirk û kurdan de xesarên giran peyda bibin. PKK wê wek bersîva operasyonê li Bakûrê Kurdistan’ê serhildanên girseyî, li bajarên Tirkiye’yê jî êrişên bombeyî lidarbixe. Herwiha li navêndên Ewropa kurdên dîasporayê wê rabin ser piya û têkilya kurd û tirkan li Ewropa jî wê têkeve germola şîddetê.

-Di encama tabolyeke wiha de PKK wê dirûşma serxwebûnê bilêv bike.

Helwesta cîhanê

-Li gor ezmûnên berê diyar e ku Amerîka ji bilî operasyoneke ‘demkirt û mahdûd’ firsend nade rejima tirk. Ger artêşa tirk ji çarçowa operasyona demkirt û mahdûd derbasbike, wê bi Amerîka re pirsgirêkên mezîn bijî. Amerîka pêşdeçûna artêşa tirk bi awayekî leşkerî û aktîf berbend neke jî, wê sîleh, teknolojî û îstîxbaratê ji tirkan qut bike. Li aliyê din wê dîplomasiya amerîkî li dijî rejima tirk mekanîzmayên navdewletî bixebitîne û Tirkiye li cîhanê wek dagirker bê îlankirin. Ji bo dagira tirk bidawî bike, wê li Tirkiye’yê operasyonên aborî û aloziya siyasî bên kirin. Ev yek jî wê dawî li hevkariya stratejîk ya tirk û amerîkiyan bîne. Wek hin gumanên kurdan Amerîka vê carê nikare xiyanetê bi kurdên Başûr re bike. Ger niyetek wan ya wiha hebe, wê ev yek bibe dawiya siyaseta Amerîka li Rojhilata Navîn. Kes bawer nake ku Amerîka ji bo piştgiriya milîtarîzma tirk hatibe heremê.

-Herwiha hikûmeta AKP’ê niha ji dostaniya lobiyên cihû yên Amerîka bêpar e. Dijmintiya Erdoğan û AKP’ê ya beramber İsraîl’ê wan ji vê himaya cihûyan mehrûm kiriye û di çavê cihûyên cîhanê de êdî ew dij-İsraîl û dij-semît’in!

-Mekanîzmayên siyasî ya Yekitiya Ewropa û dewletên yekitiyê jî bi awayeke eşkere dijberiya xwe ya operasyoneke mûhtemel eşkere kirine. Operasyon dirêj bike wê Tirkiye ji hedefa xwe yê Yekitiya Ewropa hîn jî dûrtir bikeve.

-Siyasetmedarên rastgir yên wek Nicolas Sarkozy yê Serokomarê Fransa û Angela Merkel a Şansolye ya Almanya, ji bo dewleta tirk ji ber deriyê Ewropa vegerînîn li benda xeletiyeke wiha ne. Dûrketina ji Ewropa’yê wê berê Tirkiye’yê careke din bide Rojhilata Navîn.

-Dîmenê siyasî yê Tirkiye’yê ji hêdî hêdî wek dîktatoriyekî tê rû dide. Di demeke ku Kaddafî tê kuştin, Mubarek derdikeve ber dadgehê ye û Esad li ser sêla sor e, kes bi sempatî li dîktatorekî nû temaşe nake.

-Di demeke ku dewleta tirk ji siyaseta ‘’sifir problem’’ hat rewşa ‘’herder problem’’ di hewldanên navnetewî de niha bê mutefîk maye. Bi taybetî li Rojhilat û Derya Spî; Suriye, İran, İrak, İsraîl, Lubnan, Qibris, Ermenistan ji hikûmeta AKP’ê acisin û hemû jî bi hêviya guherîna vê hikûmetê ye. Ji ber vê yekê Enqere di operasyoneke wiha de ji heremê nikare gopalekî temîn bike.

-Artêşa tirk di dema operasyoneke muhtemel de di xaka Başûrê Kurdistan’ê de herçiqas pêşde here wê di dengêyên İraq’ê de dostên xwe ji dest bide. Di serî de erebên Şîa wê li dijî Tirkiye’yê bisekinin. Têkçûna têkiliyên Tirkiye û Îran’ê yê ji ber sedemê mertala Îsraîl’ê (ya li dijî İran’ê li Meletiyê tê damezirandin), nahêle ku Şîayên İraq’ê li dij kurdan bi Tirkiyê re hevkarî bikin. Rejima Bexda’yê ku di bin tesîra İran’ê de ye piştgirî nade operasyoneke wiha.

-Ger operasyon bi armanca dagira hin deverên Kurdistan’ê (xaka İraq’ê) bajo wê dewleta navendî ya İraq’ê ji neçarî li gel helwesta kurd û amerîkiyan li dijî Tirkiye’yê rabe. Ger dewleta İraq’ê li dijî Tirkiye’yê dernekeve û alîkariya kurdan neke wê têkilya wan bi kurdan re qutbibe.

Di encam de gotinên Mark Parris (balyozê USA’yê li Enqere, 1997-2000) tên bira mirov: Dema ku operasyoneke derveyê sînor tê kirin, encamên nehesabkirî jî dertên holê.


Faysal Dağlı
Bu e-Posta adresi istenmeyen posta engelleyicileri tarafından korunuyor. Görüntülemek için JavaScript etkinleştirilmelidir.