Carl Bildt: Pirsgirêka Kurd

Wezîrê Karê Derve yê Swêd Carl Bildt, bi armanca polîtîkayek hevbeş ya Turkiyê û Yekîtiya Ewropayê li ser pirsa pêşeroja Suriyê,û endametiya Turkiyê ya Yekîtiya Ewropayê di navbêra 14-17 vê mehê de (Cotmeh 2011) bû mêvanê Wezîrê Karê derve yê Turkiyê Ahmet Davutoglu. Di serdana Bildt de xanima wî, Parlamantera Ewropayê Anna Maria Corazza jî hebû.

Bildt di bloga xwe de dihêne zimên ku ”ew dê ji bo pirsa Suriyê here Ankarayê”.  Di hevdîtinên bi ”welatê Yekîtiya Ewropayê-YE, Turkiyê” re dê ji bo diyarkirina siyasetekî hevbeş ya Turkiyê û YE ji bo pêşeroja Suriyê biaxfin. ”Berî bandorekî li pêşketinên li Suriyê bike, diyarkirina siyaseta YE û Turkiyê giring e”, dibêje Bildt û wisa didomîne: ”Di dema hevdîtinên me de, li ser heman mijarê dê Wezîrên Karê Derve yê Yekîtiya Ereban jî li Kahîreyê bicivin”.

Bildt, pêşî li bajarê Bodrumê dadikeve. Li wir beşdarî civîna dezgeha ”Navenda Lêkolînê li ser pirsên Aborî û Siyaseta Derveyî Welêt-EDAM” ê dibe. Axaftinekî li wir dike. Mijara beşa wî, ”Parastina Stratejiya Ewropayê” û ”Konsepta Nato li ser Stratejiyê” ye. Paşê bi Wezîrê YE yê Turkiyê Egemen Bagiş re rûdine. Di civîna wan ya li Bodrumê de, bi qasî ji şirove/nûçeyên belav bûne tê fêmkirin, li ser du mijaran, ”endametiya Turkiyê ya YE” û ”pêşketinên li Suriyê û siyaseta hevbeş” tê axaftin.

Piştî Bildt, ji Bodrumê derbasî Ankarayê dibe, di şiroveya xwe de qala pêşketinên li Rojhilatanavîn dike û dibêje, ”Rejîma Suriyê ku dê dawiya xwe bi destê xwe bihêne, pirsekî giring dihêne holê, pêşeroja Suriyê. Li vir rola Turkiyê bilîze giring e. Ez ê li ser pirsê sibê bi Wezîrê Derve Davutoglu re biaxifim”.

”Pêşî bi Davutoglu, paşê bi Serokomar Abdullah Gul, hinek nûnerên partiyên muxalif, akademisyen û rojnemevanan re hevdîtin pêk tê”, dinîvisîne, malpera Wezareta Derve ya Swêdê. Lê tenê hayê me ji hevdîtina wî û serokê CHP ê, Kemal Kiliçdaroglu heye.

Serdana Bildt di demek pir balkêş de pêk tê. Eger mirov buyerên vê dawiyê xal bi xal birêz bike, dê bê fêmkirin ku karê Bildt, lihevkirina wî û Turkiyê  li ser pêşeroja Suriyê ewqasî ne hêsan be.

- Berî bi demekî kin, ji Neteweyên Yekbûyî-NY Komsêra Bilind ya Mafê Mirovan Navi Pilay, xemgîniyên xwe li ser buyerên Suriyê û kûştina bi hezaran kesên sivîl dihanî zimên, û ji raya giştî daxwaz dikir ku bi hev re, ji bo parastina hemwelatiyên sivîl li Suriyê gavên pêwîst bavêjin.

- NY jî, ji bo dijîtiya li dijî xwepêşandanan (çalakvan) li Suriyê bi dawî were, xwest biryarên tedbîran bide. Lê ev helwest, ji aliyê Çîn û Rusya ve hate vetokirin.

- Wezîrên Karê Derve yên Yekîtiya Ereban ji bo pêşketinên li Suriyê, li peytextê Misrê, Kahîrê civîyan. Di civînê de ji rejîma Suriyê hate xwestin ku, di demek kin de têkiliyê bi muxalafetê re deyne û hişkiya dewletê ya li dijî çalakvanan li Suriyê, bi dawî were.

- Li Istanbulê, di 15 îlonê (2011) de, bi piştgiriya Turkiyê, muxalefeta Suriyê ji bo xebatek hevbeş li hev kirin û ”Konseya Netewî ya Suriyê” ava kirin.

- Li gorî îdîaya PYD ê, Hikumeta AKP ê, berî bi çend rojan, bi Konseya Netewî ya Suriyê re li ser 6 benda li hev kirine. Bendên li hev kirine, hetanî cihekî berê hinek ji hêzên Kurda dide xebata îlegal, mafê Kurda yê pêşerojê li ser otonomî ûhwd sînor dike, Konseya Netewî ya Suriyê mecbur dike ku, Kurdên çalak li Suriyê bide girtin û teslîmî Turkiyê bike. Anku Turkiyê bi lihevhatina nû bi Konseya Suriyê re, siyaseta xwe ya Kurda, bi Suriyê, ji niha ve dide pejirandin.

-  Rapora Komîsyona Ewropayê ku Turkiyê ji bo girtina siyasetvanê Kurda li Bakur rexne dike belav bû. Turkiyê di raporê de, ji ber girtina siyasetvanê Kurda, helwesta polîs û leşkeran dihate rexnekirin.

- Stratejiya Turkiyê li Rojhilatanavîn û Bakurê Efrîkayê, bi îknakirina hinek hêzan ku bi ”Îslamiya Lîberal” hate binavkirin û bi xelekên hêza ”Edalet û Pêşketin (mîna AKP)” forma xwe hêdî hêdî distîne, heye.

 

Bildt: Di navbêyna Turkiyê û YE nakokî hene

Piştî serdana Turkiyê, di şiroveyên medya Turkiyê de zêde qala Suriyê nehate kirin. Di civîna çapemeniyê ya herdu wezaretên derve li Ankara jî, pirsa pêşeroja Suriyê nehate rojevê.

Bêdengiya heye, bi Bloga Bildt tê rakirin. Li ser hejmarek pirsan, nakokî di navbêra siyaseta Tûrkiyê û Yekîtiya Ewropayê de xuyanî dike. Bildt, îndîrek vê yekê ”bi xiliqandina hizirkirinên cewaz di nav YE û Turkiyê” binav dike. ”Lê divê ji bo çareseriyan, têkilî û hevdîtin bi şêweyekî kurtir, bidomin”, dibêje. Ev aliyekî balkêş e.

Aliyekî duwê, Bildt qala ”Pisgirêka Kurda li Turkiyê” dike. Weke ”dayika pirsgirêkan” nîşan dide ku li benda çaraseriyê û dibêje ku, ”tenê Turkiye dikare vê çareser bike”.

Bildt, bi giştî, bi şêweyekî eşkere zêde nêzîkî pirsgirêka Kurda nedibû. Bi zimanekî dîplomatî, pirsgirêk bêyî binavkirinê di ser re diqevizî, derbas dibû. Vê carê wêrek e û pirsê weke dayika pirsgirêkê li Turkiyê nîşan dide. Ev, gavek erênî û bi wêrek e.

Di encamê de, giraniya mijarên Bildt li Turkiyê niqaş kiriye pêşeroja Suriyê ye û endametiya Turkiyê ya YE ye. Ev alî tê zanîn. Lê Bildt bi Turkiyê re, ji bo pêşeroja Suriyê li ser çi nokteyan û heta çi derecê li hev nekirine, anjî kirine, zêde zelal nebûye. Ne eşkere ye. Ev mijarekî giring e ku, em weke xebatkarên mafên mirovan, pirsê ji nêz ve dişopînin, lê dikolin.

 

Siyasetvanên Swêd serdana Bildt dinirxînin

Em, dîtina du siyasetvanê Swêdê, ji Partiya Keskan (MP) parlamenter Jabar Amin û Ji Partiya Sosyal Demokratan (S) berpirsê xeta têkliya bi Kurda re Claes Nordmark bi we re payvedikin.

 

- Li gorî îdîaya PYD ê, hikumeta AKP û Konseya Netewî ya Suriyê, li ser 6 bendên li dijî Kurda, li hev kirine.

Di vê çarçoveyê de, dîtina xwe li ser pêşeroja Suriyê û rola ku Turkiyê kare bilîze, bîhênin zimên…

Jabar Amin: Hêviya min ew e ku, rejîma niha ya Suriyê, rojek berî rojekî bikeve. Emrê rejîma niha çiqasî kin be, êşa gelên li Suriyê jî ewqasî kêmtir dibe. Rêya herî baş, rejîm bi destê muxalefeta gel bê xistin û sucdar bêne dadgehkirin e.

Dema mirov qala Turkiyê bike, siyaseta Turkiye ya du rû û du ziman tê bîra mirovî. Turkiyê, li Bakurê Kurdistanê rê li ber gavên demokratîk û azadiyê digire û li aliyê din, ji bo parastina demokrasî û mafê mirovan li Suriyê dengê xwe bilind dike.

Helwesta Turkiyê ya li dijî berjewendiyên Kurda, daxwaziyên wan ji bo mafê mirovan û demokrasiyê, ne nû ye. Turkiyê gelek caran, bi dizî anjî di pişt perdan de, bi Iraq, Îran û Suriyê re, li dijî têkoşîna Kurda ya azadiyê, li hev kirine. Lewma lihevkirina Turkiyê bi muxalifên Ereb li Suriyê, li dijî Kurda, zêde ne ecêb e.

Claes Nordmark: Divê Turkiyê ji pêşketina demokrasiya navxweyî ya û ya herêmê bibe alîkar. Turkiye namzetê YE ye, ev yek berpisiyartiya Turkiyê mezintir dike. Ev tê wê wateyê ku, divê Turkiye di çarçoveya Krîterên Kopenhagê reforman pêk bihêne û di nav xwe de guhertinên demokratîk bike. Li welêt hemû kes, mîna hev xwedî mafên demokratîk bin. Kes û dezgehên bixwazin rê ji bo demokrasiyê vekin, rê li pêşiya wan neyê girtin. Weke mîsal, dema şaredariyek ji bilî zimanê Turkî xizmetê bi zimanên cewaz bike, ew kes û dezgeh nekevin ber bahoza hişkiya dewletê.

Divê rola Turkiyê ya pêşerojê li herêmê, dijîtiya Kurdên li welatên din ji xwe neke armanc. Dema li dijî wan kar bike dê rê li ber pêşketina demokrasiya li herêmê bigre.

Wextê, rolek ji bo pêşeroja Suriyê bê lîstin, divê dema wê kin be û bibe alîkarê pêşketina demokrasiyê li Suriyê. Ev yek tê wateyê ku, divê komên cewaz li welêt xwedî heman mafî bin. Di heman demê de, bi sedhezaran Kurdên ku bê nasname hatine hiştin, bighêjin mafê xwe.

- Dîtina te li ser şiroveya Bildt, ya rola Turkiyê li pêşeroja Suriyê çi ye? Serdana Bildt dê çi bi dest bixîne, hêviyên we çi ne?

Jabar Amin: Li ser pirsa parastina Hiquqa Navnetewî zêde navê Bildt dernakeve pêş. Mafê Kurda jî di çarçoveyekî pir teng de diparêze. Bildt, weke kesekî ji partiya burjuva tê, helwêsta wî bi giştî bi berjewendiyên aborî û yê jeopolîtîka welatên rojava ve girêdayî ye. Ji mafê mirovan bêhtir, xwestinên wî di xeta xwestinên Emerîka, Îsraîl û YE de ye.

Çi hêvîyên min zêde ji Bildt, ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurda tune ye. Kesên hêviyên wan hebin, di demek kin de dê bê dîtin ku hêviyên wan pûç in.

Claes Nordmark: Carl Bildt wezîrek zana ye. Lê li ser pirsgirêka Kurda kêmasiyên wî hene. Bi vê helwêsta xwe, çavên xwe ji pirsgirêkî herî mezin ji yên rojhilatanavîn digire. Kesekî mîna Bildt ku têkliyên xwe bi rêvebirên Turkiyê re xurt in, dikare ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Turkiyê û Suriyê rolekî erênî bilîze. Lê wisa xuyanî dike ku zêde eleqe nîşan nade.

Hêviyên min ji serdana Bildt ev in: Ji bo pêşketina demokrasiya Suriyê dê gavên erenî bavêje, lê ji bo parastina mafê Kurda, ez ne bawer im ku wê zêde serê xwe bihêşîne.

19/10-2011

Destpêk Nivîs Gabar Çiyan Carl Bildt: Pirsgirêka Kurd