Kurdistana Sor

Di dîrokê de, bê hejmar bûyer qewimîne. Dema ku lêkolîner vedikolin, şirove dikin, dinirxînin, wê demê dibin bûyerên dîrokî. Di dîrokê de, bûyerên ku ne hatine nirxandin, lêkolîn li ser ne hatine kirin bê hejmar ın. Dibe ku sedemên vê yekê cûr be cûr hebin. Weke mînak, îdeolojîya fermî ku di sîstema sîyasî û rejîma sîyasî de desthilatdar e, lêkolîn, vekolîna û bahskirina hin mijaran kiri ye.

Prensîbên bingehî, yên ku rê didin têkilîyên navnetewî, hîna jî, ne nirxên mîna edalet, azadî, wekhevî û aşîtîyê ne. Yên ku xwedî hêza mezin in, berjewendîyên xwe yên netewî diparêzin herweha rê jî didin têkilîyên navnetewî.

Di dawîya salên 1980’yî de, piştî ku Yekîtîya Sowyetê hilweşîya, 15 Komarên Federe yên ku Yekîtî avakirine, piştî ku dewletên xwe yên serbixwe avakirin, di navbêna Ermenîstan û Azerbaycan de şer derket. Ev şer di derbarê mafê desthilatdarîya li ser Karabaxa Jorîn bû. Di dawîya şerê 1992’an de Ermenîyan, hin erdên ku di bin destê Azerîyan de bû îşgalkirin. Herweha li ser Karabaxê jî desthilatdarî pêk anîn.

Di dawîya şerê 1992’an de, hin erdên ku Ermenîyan îşgal kir erdê Kurdistana Sor bû.

Kurdistana Sor, di 1923’an de, ji alîyê hin rayedarên Yekîtîya Sowyetê, li gorî prensîba ku dibêje mafê netewan yê tayînkirina pêşeroja xwe bi bixwe, bi Azerbaycanê ve girêdayî weke herêmek otonom hatibû avakirin. Di navbêna 1923 û 1929’an de jîya.

Erdê di navbêna Ermenîstan û Karabaxê de ku Ermenîstan di sala 1992’an de îşgal kir, ev herêm bû. Li vê herêmê bajarên sereke Laçîn, Kelbecer, Kubatli, Zengilan û Cebraîl bû. Ji bilî vana beşekî Zengezur jî di nav Kurdistana Sor de bû.

Îro di navbêna Ermenîstan û Azerbaycan de lihevnekirineke giran heye. Lihevnekirin li ser axa Kurdistana Sor berdewam dike. Jibo çareserîya vê lihevnekirinê Federasyona Rûsya, Turkîye, Ermenîstan û Azerbaycan di hewildaneke giran de ne. Di 2’ê Mijdara 2008’an de Serokkomarê Ermenîstan û Azerbaycan, li Moskova bi navbêncîtîya Serokkomarê Federasyona Rusya Dimitriy Medvedyev hatin cem hev. Deklerasyonek bi navê Deklerasyona Moskova hat dîyarkirin. Di vê deklerasyonê de qet bahsa Kurdan nayê kirin. Herweha navê Kurdan di deklerasyonê de derbas nabe.

Di 2’ê Kanûna 2009’an de Teşkîlata Ewlekarî û Hevkarîya Ewrûpa (AGÎT) li Atinda, wezîrên karê derve yê Azerbaycan û Ermenîstanê anî ba hev. Di derbarê lihevnekirina herdû alîya guftûgo hatin kirin. Hevkarê Serokatîya dewletên Gruba Mînskê bi wezîrên karê derve yê Rûsya, Fransa, Ermenîstan û Azerbaycan re civînek pêk anîn. Jibo pirsgirêka Karabaxa Jorîn, erdê ku Ermenîstan di sala 1992’an de jê vekşîyaye li çareserîyekê digerin. Di vêderê de jî qet bahs ne kirina Kurdan, bûyereke divê ku mirov li ser bisekine. Ji dewletên ku li Mînskê ku paytextê Belarusê ye civîyan û ji pirsgirêka Azerbaycan-Ermenîstan re li çareserîyekê gerîyan, Gruba Mînskê tê gotin.

Hêjaye mirov hinekî bahsa Kurdistana Sor bike. Hejarê Şamil bi dîrokzan û rojnameger Letif Memmet Bruki re hevpeyvînek kir. Hejarê Şamil dibêje Letif Memmet endamê Federasyona Rojnamegerên Navnetewî û Rusya, herweha berpirsiyarê malpera www.kurdist.ru ye. Ev hevpeyvîn bi sernivîsa ‘’Fikra Kurdistana Kafkasya’ di 13’ê Kanûna 2008’an de, di malperawww.kurdistan-post.org de hat weşandin. Hîna jî ev hevpeyvîn di vê malperê de ye. Sernivîseke biçûk jî ku dibêje ‘Dibe ku Fikra Kurdistana Kafkasya Kurdan Bike Yek’’ heye. Ev hevpeyvîn di derbarê Kurdistana Sor de gelek agahdarîyên hêja dide.

Di vê hevpeyvînê de, herêma Otonom ya Kurdistana Sor di 1923’an de çawa hat avakirin, di 1929’an de çawa hat belavkirin, bi kûrayî tê vegotin. Belavkirina vê herêmê, jiber Stalin û Mustafa Kemalê ku berjewendîyên Ermenî û Azerîyan diparaztin, herweha berjewendîyên wan bixwe jî, ev hilweşandin û belavkirin pêk hat. Di pê re Kurdên ku li herêma Kurdistana otonom dijîyan, di salên 1930’yî de û di pêvajoya Şerê Cîhanê yê Yekemîn de surgûnî Navenda Asya kirin. Îro, sedema ku Kurd li li Kirgizîstan, Turkmenîstan, Kazakîstan û Ozbekîstan dijîn, ev surgûn bixwe ye.

Kurd, jiber weşana zimanê Kurdî ku di di salên 1950, 1960, 1970 û 1980’yî de di Radyoya Erîwanê de dihat weşandin, her dem, spasdarê Ermenîyan û Ermenîstanê bûne. Lê divê bête zanîn ku Ermenîstanê tucarî otonomîya Kurd nexwestîye.

Kurd hîn ji dema berî Medîyan û vir de, heta nuha li vê herêmê ne. Evder jî herêmeke ku bi împaratorîya Medya ve girêdayî bû. Hebûna Kurdan ya li vê herêmê, berî Tirka û berî Ermenîya ye jî. Di sedsalên 11 û 12’an de li vê herêmê hikûmetên Revadî û Şeddadî hebûn. Tê zanîn ku Selahaddînê Eyûbî ji vê herêmê ye. Surgûna Kurdan ya di salên 1930’yî ya ji vê herêmê ber bi Komarên Tirk yên Federe ku li Asya Navîn in, derbeke mezin li Kurdan xistiye. Yên ku li dewsê man jî di şerê Ermenîstan û Azerbaycan de, ji axa Kurdistana Sor hatine qewirandin. Piştî vê îşgalê Ermenîyan navê herêman bi temamî guhertin û navê Ermenî li wan kirin. Navên Kurdî jî bi tevayî qedexekirin.

Di dawîya salên 1980’yî de, di dema Perestroyka (ji nû ve avakirin) û Glastnostê (zelalbûn) de, gelên ku Stalîn surgûnî Navenda Asya kiribûn, li welatên xwe vegerîyan. Kirimî yek ji van gelan bûn. Kirimî di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de hatibin şandin. Kurdên ku hatibûn şandin berbi Komarên Navenda Asya, bi rayedarên xwe re çûn Moskova. Jibo vegerin welatê xwe, vegerin Kurdistana Sor, doz li Serokê dewletê Govaçov kirin. Gorbaçov bi dilgermî ev daxwaz pêşwazî kir. Lê beşekî hêja, ji welatê Kurdan di bin îşgala Ermenîstanê de bû. Ne Azerbaycan, lê Ermenîstan dijî vegera Kurdan, dijî xwedîbûna Kurdan ya herêmek otonom bû. Dema ku Gorbaçov ji desthilatdarîyê bi dûr ket, di derbarê daxawaza Kurdan de tu pêşveçûn pêk ne hat.

Îro, herêmên ku di navbêne Ermenîstan û Karabaxê de ne, Laçîn, Kelbecer, Kubatli, Zengilan, Cebraîl, Zengezur, di dîrokê de, weke axa ku Kurd li ser dijîn tê zanîn. Di salên 1923’yan de Kurdistana Sor ya Otonon li ser vê axê hatibû avakirin. Ev desthilatdarîya otonom tenê di navbêna salên 1923-1929’an de jîya. Di pê re, surgûnên berbi Komarên Tirk yên Federe ku li Navenda Asya ne dest pê kirin. Yên ku man jî, di sala 1992’a, di dema şerê Ermenîstan û Azerbaycan de ji welatên wan hatin qewirandin. Ev Kurd, li Azerbaycan li herêmên cûr be cûr dijîn. Rayedarên Azerî ku tim bahs dikin, dibêjin ‘kaçgunlar’, gelek jê ev Kurd in. Bêgûman dema ku rayedarên Azerî dibêjin ‘kaçgunlar’ naxwazin navê Kurdan hildin.

Alozîya ku Ermenîstan û Azerbaycan bêyî ku navê Kurdan hildin, dibêjin ‘herêm Ermenî ye’, ‘herêm Azerî ye’, pêvajoyeke hêjayî baldarîyê ye.

Bi navbêncîtîya Serokkomarê Federasyona Rusya ku li Moskova, bi Serokkomarê Ermenîstan û Azerbeycan re civîya, di deklerasyonê de qet bahsa Kurdan, maf û hiqûqê wan ne hatîye kirin, dîsa bûyereke divê ku mirov bi girîngî li ser bisekin e. Teşkîlata Ewlekarî û Hevkarîya Ewrûpa (AGİT), dewletên Gruba Mînskê, dema ku bahsa erdê ku Ermenîyan îşgal kiri ye, bahsa pêwistîya bişûnde vegşandina wan dike, lê negotina ku Kurd li ser vê axê jîyane, di navbêna salên 1923’an de ji vêderê re Herêma Kurdistana Sor ya Otonom dihat gotin, di belavoka piştî vê civînê de qet bahs ne kirina Kurdan, nerîna ku rê dide têkilîyên navnetewî, eşkere derdixe holê. Hîna jî, ne nirxên weke azadî, wekhevî, edalet û hwd in yên ku rê didin têkiliyên navnetewî, hêza xurt bixwe ye.

Li Kurdan Rexne

Hin ji Kurdan, weke mînak PKK dibêje ‘dewlet hacetekî çewisandinê ye, loma em dewletê naxwazin’’. Dîsa dibêje em dewletê naxwazin. Belê dewlet hacetekî çewisandinê ye lê berî her tiştî, li ser gelê bindest hacetekî çewisandinê ye. Hacetên dewletê yên îdeolojîk û çewisandinê, bi awayekî sîstematîk li ser gelên bê dewlet tê bikar anîn. Mirov bêje ‘’dewlet tahdê li Tirkan jî dike’, tê wateya ku mirov, di derbarê çewisandina li ser Kurdan, dewletê rûspî dike. Em li Çorum, Yozgat, Çankırı, Kastamonu û hwd bifikirin. Ma ewderanan bi îdareya awerte tê îdare kirin? Li Anadola Navîn, Rojavayê Anadolê ‘cînayetên faîlên wan ne dîyar’ hene? Li wan deran jî mirov tên revandin û piştî bi çend rojan meytê wan li vîyalî û wîyalî tên dîtin? An jî tu mirov li wan deran tên revandin û tu xeber êdî ji wan nayê bihîstin? Li Anadola Navîn an jî Rojavaya Anadolê şewitandin û xerakirina gundan, şewitandina daristanan tê kirin? Weke mînak li Antalya, Bodrum, Çanakkale, dema ku daristan dişewitin dibêjin ‘dilê me dişewite, kezeba me dişewete’. Lê ew mirovên ku wiha dibêjin, li herêmên Kurdan bixwe daristanan na şewitînin? Ne ew in yên ku gundîyên Kurd ku dixwazin agirê daristanan vemirînin asteng nakin? Geşp di vê rewşê de, gotina ku dibêje ‘dewlet tahdê li Tirkan jî diki’ nayê wateya ku mirov dewletê rûspî diki?

Li Anadola Navîn, li Rojavaya Anadolê JİTEM heye? Li wan deran jî malbatan ji cî û warê wan diqewirînin? Ma vana giş her dem jibo Kurdan tenê pêk nayê?

Dema ku zarokên Kurd yên kevira davêjin tên mahkemekirin, gotina ku dibêje ‘li hember şehîdekî divê pênc DTP’yî werin kuştin’ weke îfadeya fikrê, azadîya fikrê tê nirxandin. Dema ku Kurd kevira bavêjin, heger ku zarok bin jî, cezayê giran dixwun, lê kevir avêtina Kurdan serbest tê dîtin. Çi polîs, çi jî Savciyê Komarê bi vî awayî biryaran didin.

Ev yek li cîhanê jî wiha ye. Zulma sîstematîk ya li Sûdanê, çewisandin, konkujî li Darfurê, li ser gelê Fur tê kirin. Jibo Fîlîstînên ku di bin desthilatdarîya Îsraîl jî heman rewş ev e. Roja îro, îdarekirina gelê bê dewlet, encax bi çewisandin û zulmê tê kirin.

Yek ji sedemên bingehîn, yên nelihevkirina Ermenîstan û Azerbaycanê, îddîakirina xwedîtîya li axa Kurdistana Sor ya Otonomî bixwe ye. Herdu dewlet jî, jibo ku bibin xwedîyê erdê Kurdan, ditekoşin. Çima li wêderê Kurd tune ne? Heger ku otonomîyeke bi hêz ya Kurdan hebûya, ê Stalîn bikarîbûya Kurd surgûn bikira? Li bajarên weke Laçîn, Kelbecer, Zergilan, Kubatlı, Cebrail û Zengezur Kurd bijîyana, gelo ê Ermenîstan û Azerbaycan bikarabûna li ser axa Kurdan hewqasî xirecir bikirana? Jibo libergirtina pirsgirêkên wiha, pêdivîya Kurdan bi avayîyeke sîyasî, weke ya wan tune ye?

Di derbarê Kurdan de, jibîrkirin-jibîrkirindaneke mezin heye. Xuyaye ji vê yekê, mînakeke mezin, Kurdistana Sor ku di navbêna salên 1923-1929’an de jîyaye bixwe ye.

Li vêderê, dixwazim bahsa mijereke din jî bikim. Dema ku di derbarê pirsgirêka Kurdan de, Yekîtîya Sowyetê tê rexne kirin, ev rexne weke dujminayîya komunîzmê tê famkirin. Ev famkirin şaş e, nirxandineke şaş e. Nirxandina rast, bi van pirsên han mirov dikare bike. Çima Yekîtîya Sowyetê li hember Kurdan bi desthilatdarîyên otorîter, totalîter û faşîst re hevkarî kiriye? Çima li gel Kurdên mazlûm cî ne girtîye, lê li gel desthilatdarîyên otorîter, totalîter û faşîst cî girtîye û berjewendîyên wan paraztîye?İsmail Beşikçi

Werger: Salih Agir Qoserî

Ji Malpera Kurdistan-post hatiye girtin