Refa Şîn

Gava wê di nav xwe re kirin û ji derî derxistin, xemgîniyeke giran xwe bera ser canê min da. Kela kela dilê min bû, lê ji fediya nedibû ku ez bigrîm. Min nizanibû, wê ewqas ji min re giran bihata. Roja yekşemê bû, zar û zêç tevde li malê bûn. Ez derbasî odeya din bûm, min bîstekî xwe da ser kursiyekê û kûr kûr ponijîm. Paşê, min hew xwe girt, ez çûm, derketim ser balqonê û min bala xwe da jêr. Wê li erebê siwar dikirin. Demekê min li wan temaşe kir, kizînî bi kezeba min ket. Serê payizê bû, germa tirî dest pê kiribû, tava ber êvarê canê meriv dişewitand. Di wê demsalê de Diyarbekir zêde germ bû. Tava tûj li nava qotê serê min dixist. Min li wir hew debar kir û ez dîsa derbasî odeyê bûm.

Tam ev 30 salên wê qediyan ku li mala min dima. Di nav van salên dirêj de me bi hev re gelek rojên xerab dîtin, me bi hev re gelek qehr û qotikên dinyayê kişandin. Brînên me bi hev re ragirtin û êşên brînên me bi hev re jan dan, bi hev re çîk dan. Kitêbên me yên pîroz li ber çavên me avêtin nav lingan û şewitandin. Û paşê ew bû şahidê kelepçeyên qevdên destên min jî. Me bi hev re rojên xweş jî dîtin: Roja ku min kitêbek nû bistenda li malê kêf û şahî bû. Hevalên min hevalên wê jî bûn, mêvanên min mêvanên wê jî bûn. Ji xwe kî bihata mala min pêşiyê diçû cem wê û ji min zêdetir dibûn dostên wê.

Min di sala 1976-ê de xwendegeha mamostetiyê qedand û dest bi karê mamostatiyê kir. Hîna gava ez xwendekar bûm, min soz dabû xwe ku ez ê bi mehaneya pêşiyê ji xwe re kitêban bistînim. Min ew stendin, lê ji bo ez wan deynim serê, tiştekî min tunebû. Wê gavê, wek aniha ji bo kitêban refên hazir tunebûn. Ez li benda meha din sekinîm û piştî wergirtina meaşê wê mehê min berê xwe da Çarşiya Xeratan.

Gava meriv ji heda Minareya Çarling berê xwe dide bakur û Çarşiya Hedadan derbas dike digihîje Çarşiya Xeratan. Dikanên xeratan li paş Çarşiya Zêrkeran bûn, bi pirranî ji bo qahwexaneyan kursiyên biçûk û ji bo malan derî û pace çêdikirin. Ez ketim hundirê dikanekê û min daxwaza xwe ji xerat re got. Xerat yekî simbêlbaq bû, te digot qey meqes li simbêlê wî neketiye. Bi baldarî serapa li min mêze kir, ez li mêzînê xistim, û paşê bi dengekî jixwe bawer peyivî:

- «Xwarzê, eger tu rastiyê dixwazî heta niha min ji bo kitêban tu ref çênekirine, lê ji bo fraq û folên metbexê min gelek ref çêkirine.»

Min qelem û kaxizek ji bêrîka xwe derxistin, şekil û şemalê refê li ser kaxizê xêz kir û min jê re wisa got:

- «Bila refa min sêtebeq be, dirêjiya wê metroyek, firehiya wê 80 cm û pahnbûna wê jî 25 cm be.» Paşê me li ser buhayê refê jî li hev kir û ez derketim çûm.

Wê şevê bi zorê li min bû sibe. Roja dinê ez çûm min refa xwe li erebeyeke hespan kir û ew anî malê. Di hewşa mala me de kevirek ji erdê çokek bilind û ser wî dûz hebû, mezinên me ew kevir ji bo limêjê bikar dianîn. Min refa xwe danî ser kevir û du qat boyaxa şîn a bi don lê xist, piştî ku zuha bû min ew di dîwarê odeya xwe de bi cîh kir û kitêbên xwe yeko yeko tê de rêz kirin. Ji ber rengê wê boyaxê, di nav malê de navê wê êdî bûbû «Refa Şîn.»

Gava ez ji kar dihatim û çav li Refa Şîn diketim di gavê de bîhna min derdiket. Min qîrewîra zarokên xwendegehê, betilandina rojê tevde ji bîr dikir. Carna ez bi saetan li hember wê disekinîm û min lê temaşe dikir. Min her rojê kitêbên xwe bi tewrekî din rêz dikirin. Carna li gora mijarên wan, min kitêbên Marx, Engles, Lenîn û Stalîn di qata jor de rêz dikirin. Kitêbên li ser rizgarbûna miletên bindest ên wek Vîetnam, Angola, Etopya, Gîne, Fîlîstîn û Bask-ê li qata navîn rêz dikirin û roman, kitêbên çîrok û helbestan jî li qata jêr rêz dikirin. Carna min kitêb li gora stûrbûna wan ji jor heta jêrê rêz dikirin. Carna jî kitêbên min dixwendin dixistin qatekî û yên ku min ew nexwendibûn dixist qatekî din. Heta ku Refa Şîn tije bû cîh tê de nema min kitêb lê zêde kirin. Her ku kitêb lê zêde dibûn xemla Refa Şîn jî zêde dibû. Refa min bûbû wek bûkeke xemilandî, bêhemdî dilê meriv dibijiyayê. Kî têketa odeyê pêşiyê diçû li ber wê disekinî. Gava min ji wan re digot:

- «Hela werin, hinek bîhna xwe berdin, hûn ê paşê lê binêrin.» Wan digot:

- «Em pêşiyê çavên xwe ronî bikin, rûniştin rehet e.»

Ji ber ku qedexe bû, wê gavê kitêbên bi zimanê Kurdî tunebûn. Ên dihatin çapkirin jî dewletê dest dida ser wan. Li cem min bi tenê du kitêbên Kurdî hebûn, yek jê «Mem û Zîn» a Ehmedê Xanî, ya din jî «Elîfbaya Kurdî» ya Mehmet Emîn Bozarslan bû. Paşê kitêbeke Cegerxwîn bi navê «Şefeqa Lenîn» hat çapkirinê. Him ji ber ku bi rehetî peyda nedibûn, him jî ji bo nekevin destê dewletê û ceza li min nebirrin, min ew nedixistin nav kitêbên din. Min herdu di odeya pîrika xwe de vedişartin.

Di sala 1979-ê de hukumatê dest bi desthilatdariyeke awerte kiribû. Di rojeke ji wan rojên payizê de, polêsan ber destê sibê avêtin ser mala me. Herçiqas kitêbên bi zimanê Tirkî qedexe nebûn jî, polêsan hemû kitêbên min li naverasta hewşê avêtin ser hev û agir bi wan xistin. Bi kitêban re agir bi kezeba min jî ket, lê çek di destên wan de bûn û qeweta min nedigihîşt wan. Piştî wê rojê her ku çavên min bi Refa Şîn diketin, min nalet li zaliman dianî. Gava li xwendegehê me ji zarokan re digot; hezar sal berê, du hezar sal berê falan hukumdar kitêbxane şewitandine, ji me bi xwe re jî ev tişt wek çîrok dihatin. Lê me nizanibû ku em ê vê yekê bi çavên serê xwe bibînin. Hemû xemla Refa Şîn jê biribûn, bûbû wek dareke bêpel, wek kevokeke baskşikestî, kaniyeke bêav. Li ber çavên min bûbû wek mirîşkeke rûçikandî. Di wan rojên reş de, ji bo çav lê nekevim, heta ji destê min dihat, ez nediçûm wê odeyê. Paşê min dîsa dest bi stendina kitêban kir û Refa Şîn hêdî hêdî gihîşt xemla xwe ya berê. Bi her kitêba nû re, bejna wê ji nû ve xemilî . Te digot qey keçeke nûgihîştiye û hinarokên rûyê wê roj bi roj sortir dibin.

Di nav re salek derbas bûbû, îcar karesat mezintir bû. Eskeran derbe kiribûn û ew bi xwe bûbûn desthilatdar. Serê sibeya derbeyê, eskeran dora taxa me girtin û çûn û hatin qedexe kirin. Mala me li Elîparê bû, ji ber ku tax li derveyî bajêr bû, em tê de girtî mabûn. Me nikaribû, em bi cîhekî ve herin. Kitêbek dikaribû bûbûna sebebê ku meriv bi salan bêsewal di hepisxaneyan de bimîne. Ji ber vê tirsê li Elîparê wê sibê gelek tendûr hatin dadan. Ji wan tendûrvanan yek jê jî dêya min bû. Wê rojê hemû kitêbên ku Refa Şîn ji wan re bûbû dayik dîsa hatibûn şewitandin. Ne bi dilê min bû lê min nikaribû bigota «na» jî. Piştî ku ba û bahoza mezin derbas bû, min dîsa dest bi stendina kitêban kir. Wecê Refa Şîn û bi wê re wecê min jî ji nû ve geş dibûn. Vê demê jî du salan ajot.

Dîsa payiz bû û dîsa polês hatin. Îcar ne tenê kitêb birin, destên min xistin kelebçeyê û ez jî tevlî kitêban bi xwe re birim. Cara yekemîn bû ku ez û Refa Şîn ji hev diqetiyan. Salên girtîgehê bi kotek,lêdan û hezar tewir îşkenceyan derbas bûn û ez dîsa vegeriyam malê. Min mêze kir ku Refa Şîn, wek evîndareke ku li benda hevalê xwe be, wek kulîlkeke ku li benda biharê be, ew jî li quncikeke odeyê stûxwar li benda kitêbên xwe sekiniye. Zarokan hûrik û girikên xwe tê de bi cîh kiribûn. Piştî ku min ji xwe re karek dît, hevaltiya min û Refa Şîn dîsa dest pê kir. Her êvar gava ez dihatim malê, xemla wê zêdetir dibû, her kitêbek jê re dibû wek xêliya bûkekê. Di nav salekê de kitêb li hev zêde bûn û Refa Şîn bû wek bûka salê. Her diçû meraqa min a xwendinê wek ku tu kevirekî bavê golê û xelekan li dora xwe fireh bike, pêşî lê nedihat girtinê, ji ber wê êdî Refa Şîn têra kitêbên min nedikir. Min odeyek xwe kir kitêbxane, lê min dev ji Refa Şîn berneda. Dîsa ew di quncikek kitêbxaneyê de mêvana min bû. Min tiştên xwe yên taybet tê de bi cîh dikirin û bi wî awayî tim li ber çavên min bû.

Îsal keça min jî dest bi karê mamostatiyê kir û tayina wê dan navçeyeke Diyarbekirê. Gava ji bo mala xwe alav amade dikirin ji min re got:

- «Bavo ez ê Refa Şîn jî bibim.» Min wê neşikand û got:

- «Bila be keça min, tiştên tê de ne vala kin.»

Heta wê derxistin jî, min maneya gotina xwe fam nekiribû. Gava xemgîniyê xwe bera ser canê min da û ez di nav rojên berê de gevizîm, hîna nû min fam kir ku meriv zû bi zû nikare dev ji dostanî û hevaltiyên kevn berde.

Ji bo xatir xwestinê gava keça min hat cem min, xemgîniya min û du dilop hêsirên çavên min dît. Xwe avêt stûyê min û bi dengekî şêrîn got:

- «Wey, hela lê binerin, min nizanibû wê bavê min ewqas li ber çûna min bikeve.»