Ku şaristaniya we asîmîlasyon be..

Em ne şaristanî ne
Tirkiye welatekî ecêb e..
Çawa ku Tirkiye welatekî ecêb e,
desthilatdarên wê jî gelek ecêb û sosret in.
Gava tu li bejn û bala wan, qilafetê wan, simbêlê li ber pozên wan, qrawata stûyê wan dinêrî tu dibêjî qey camêr in.. Lê gava tu li peyv û gotinên wan guhdarî dikî tiştên gelek ecêb û sosret dibihîzî.
Ji van desthilatdarên ecêb û sosret yek jê jî alîkarê serokwezîr û berdevkê hukmata Tirkiyê Bulent Arinç e. Dibêje: “Ji ber ku zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye, em ê destûra perwerdeya bi zimanê dayikê nedin. Em ê perwerdeyê, bi zimanê şaristaniyê bi zimanê Tirkî bikin.”
Ku şaristaniya we, qedexekirina zimanê dayikê be hûn û şaristaniya xwe li hev mubarek bin, em wê şaristaniya we naxwazin.
Ku şaristaniya we asîmîlasyona zarokên Kurdan be, di nav gunehkariya xwe de bifetisin…Em ne ji wê şaristaniyê ne..
Ku şaristaniya we qirkirina Ermenî û Kurdan be, em ê tu carî di nav wê şaristaniya we de cî negrin.
Ku şaristaniya we her sibe li ber derê dibistanan sonda li ser Ataturk be.. Dixwazin roj bîst û çar saet li ser sondan bixwin. Lê me nekin şirîkê gunehkariya xwe..
Ku şaristaniya we di hepisxaneyan de îşkence û kuştina girtiyan be, em ji wê şaristaniya we gelek dûr in.
Ku şaristaniya we wek “faîlî meçhûl” kuştina bi deh hezaran mirovan be, di nav şaristaniya xwe de bifetisin. Ji me re nelazim e.
Ku şaristaniya we berdewamiya rejima Mustafa Kemal be, kuştina bi dehhezaran muhalîfan be, em ne ji wê şaristaniyê ne..Bila şaristaniya we li we mubarek be, lê me nekin şirîkê şaristaniya xwe.
Ku şaristaniya we kuştina qaçaqçiyên ser sînoran be.. Em ne kujer in, bila şaristaniya we ji we re be.
Şaristaniya we ev sed sal e bi xwînê tê avdan.. Tu ku derê dikolî hestiyên miriyan jê dipijiqin. Ew rejima ku hûn jê re dibêjin şaristanî li ser jenosîd û qirqiranan ava bûye. Em ne ji wê şaristaniyê ne. Destê me di nav wê xwînê de tune ye. Bila şaristaniya we ya xwînsor li we mubarek be.. Em ne ji wê şaristaniyê ne..
Ku navê kuştina zimanê Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û Melayê Batê şaristanî be, em ne ji wê şaristaniyê ne..Em ê li çar aliyên welat her tim biqîrin û bibêjin em ne ji wê şaristaniyê ne..
Destê xwe ji qirika zimanê me bikişînin, kuştina zimanan jenosîd e. Perwerdeya bi zimanekî din asîmîlasyon e. Ku li cem we navê asîmîlasyon û jenosîdê şaristanî be, em ne şaristanî ne. Şaristaniya we li we mubarek be.

Ji Avestakurd hatiye girtin

Destpêk Nivîs Receb Dildar Ku şaristaniya we asîmîlasyon be..