Gelo kurd, bê kurdî dibe?

Ziman, hilgirê hafizaya çand û dîrokê ye

Zimanê her demê û her axê heye. Ev ziman kêlî bi kêlî, di nav vê dem û axê de çêdibe, ruh pê dikeve, mezin dibe û pişt re diwelide. Piştî welidandina ziman, ji aliye “dê”yek tê mezin kirin û bo pêşerojê li ser hebûnê çi di bîra wê “dayikê” de be, wê yeko yeko li bejna vî zimanî bike, wê xweşik bike, wê bi hêz bike û pişt re wê bera nav jiyanê bide. Dema ziman dikeve nav jiyanê xwe mezin dike, li xwe zêde dike û heyîniya xwe didomîne. Ev domandina heyîniya ziman, bîra wî gelî a çand û dîrokê jî digîhîne nifşeke nû.

Kod û merhaleyên ziman

Zimanê dayikê çi ye? Vegotineke kilasîk e, her dem tê gotin zarok ji diya xwe çi bibîhîse, dayik di ber guhê zarok de çi bipeyive, hîn zarok nehatiye dinê di zikê dê de kîjan ziman bibihîse zimanê dayikê ew e. Axaftina ewil, dîtbarên ewil, her tiştên ku dbîne û dibihîze û di serê xwe de kod dike zimanê wê/wî yê axaftinê ye ango zimanê wê/wî yê dayikê ye.

Zimanê yekem; zimanê dayikê

Binavkirina tiştan, ji hev cûdakirina tiştan e. Loma jî peyva “Zimanê Dayikê” wer xûyaye ku bi hebûna axaftina zimanekî din an jî bi hebûna civakek pirzimanî re derketiye holê. Lê belê sedema binavkirina “Zimanê Dayikê”(di civakên cuda de zimanê yekem) ji sedema bikaranîna wê hîn jî baldartir e. Kurd ji vê re dibêjin; “Zimanê Zikmakî-Zimanê Dayikê”, Tirk “Anadîl”, Alman “Muttersprache”, Îngîlîz “Mother Tongue”. Ango hemû dibêjin “Dayik-Dê” Her wiha Îngîlîz ji bo zimanê dayikê re dibêjin “Native Language” ku wateya wê jî “Xwezayî” ye. “Natîve” bi wateya “Xwezayî” û “Zikmakî”çiqas were zanîn jî her wiha wateyeke wê ya din jî heye ew jî “Herêmî” ye.

Zimanê dayîkê yekser û bi xwezayî, ji dergûşê û salên ewil yê zarokatiyê mirov fêr dibe. Ev dewr, dewreke girîng e. Ji ber ku qerekterên mirov di vê dewrê de çêdibe. Ziman amûreke girîng e têgihiştina dinyayê bo binhişê zarokekî. Helbet îş di vir de naqede. Ji ber ku merheleyên ziman hene. Axaftina zarokek ku bi çensed peyvî qîma fam kirin, têgihîştin û bi temamiya jiyanê nake. Qezençkirina kesba ziman di roja îroyîn de bi perwerdehiya dibistanê dest pê dike.

Zarokên kurd û dagirkerî

Kêsên ku bi zimanê dayika xwe perwerdehî dibînin ji bo wan her tişt bi awayekî normal dimeşe. Lê belê, weke zarokê kurdan ku ji bilî zimanê dayikê dîtina perwerdeya bi zimanekî din pirsgirêkeke mezin e û bi xwe re gelek pirsgirêkên din tîne. Li ser axa xwe di bin otoriteyeke (dagirker) mecbûrî de, zarokên kurd dest bi perwerdehiyê dikin. Pirsgirêkên zarokan bi perwerdehiyê dest pê dike lê bi perwerdehiyê naqede. Heta dawiya emr ev pirsgirêk dibe wek girêkek û bi zarok re dijî û berdewamiya pirsgirêkan wek giloka berfê mezin dike.

Destpêkê bi xwezayiya xwe ango zimanê ku ji dê digire û wê dike amûra danûstandinê, ji aliye otorîteyê ve (bi pêgotina Tirkiyeyê ji hêla”devlet baba”yê ve) zimaneke din (zimanê otorîte-dagirker) tê ferz kirin. Zimanê desthilatdaran weke tovê ku bavêjin nav dargerînekê di ruh û mejiyê zarokan, tahribateke mezin çêdike. Ji ber şert û mercên aborî, civakî, siyasî û çandî êdî zimanê dayikê di bin xeterê de ye. Ji ber ku destpêka kodên di hiş û ruhê zarokan de her çiqas zimanê dayikê be jî nedomdarîbûn kodên hiş û ruh bi pêş naxe, di cihê lê maye de dide sekinandin. Ziman çiqas neyê bikaranîn, jixwe dixwe û kêm dimîne. Bi vî zimanê duyem dibe a herî bi fonksiyon, hâlbûki ev taybetî ji bo zimanê dayikê ye û wiha jî hatiye qebûlkirin. Lê mixabin zimanê duyem dema hemû jiyana mirov bike nav kulma xwe dê ev taybetî êdî ji bo wî jî derbasdar be. Ligel vê yekê eger ev zimanê duyem li mal jî were axaftin an jî bikaranîn êdî ev ne “zimanê duyem” nav demê de ev dibe             “zimanê dayikê”.

Rewşa kurdên penaber

Zarokek ji dê û bavekî kurd, an jî dêyeke kurd (wek etnîk her çiqas kurd bin), niha bi milyonan zarok bi dê û bav xwe re bi kurdî napeyivin (nikarin bipeyivin). Ku ev rewş ne tenê ji ber dagirkerî an jî mecbûriyetê derdikeve pêşiya me- Ji ber ku ne tenê li Tirkiyeyê kurdên ku koçberî gelek welatên biyanî bûne jî ev pirsgirêk têne dîtin. Kurdên ku koçberê welatên xerîb bûne zarokên wan bi zimanê wan welatan perwerdehî dibînin û ev jiyana wan a aborî, civakî û piştî demekî jî a malbatî dagir dike û dîsa zimanê serdest pêş dikeve. Lê pir balkêş û bi êş e, ev zimanê serdest pir cihan ne almanî, îngîlîzî, fransî û hwd mixabin dîsa tirkî ye.

Çewisandinên aborî û siyasî

Li Tirkiyeyê an li welatekî din pir ferq nake di mijara zimanê kurdî de kurd di bin çewisandina aborî, siyasî, çandî û psikolojîk de ne. Esil ev kirin û çewisandin parçeyeke mezin a polîtîkayên asîmilasyonê ne û her berdewam e. Her çiqas qedexekirinên pir tûnd nedin ber kurdan jî rê û rêbazên asîmilasyonê her diguherînin û ji her derê de ev jahr enjekteyê kurdan dikin. Rewşa zarokên kurdan û nifşeke ku hafizaya wê ya kurdî tune, wê di nav demê de nîşanî me bide ku zimanê kurdî çi winda kiriye an wê winda bike. Serdema jiberkirinê xelas bû û niha serdema dîtbariyê dest pê kir. Dema em bala xwe didin çand û dîroka kurdan, (bi qasî hezar salan” domandina hebûna ziman bi piranî (yên nivîskî pir kêm in) û bîra wî, bi “jiberkirina” çîrok, kilam, stran, meselok, çîrçîrok û hwd gihaştiye roja me. Di vê dem û dewrana teknolojiyê, de êdî guhdarî kirin, ji ber kirin, kilamên ser civak û dîrokê hema hema qet nemane. Ên ku niha di destê kurdan de hene jî piraniyên wan nehatine nivîsandin û hîn neketine bin qeyd û bendan. Ji ber ku li herêma kurdistanê civak bi şikl ji ya din cûda ne. Ne tenê ev bi ferhenga xwe, bi bûyerên ku qewîmîne, bi gotin û kirinên xwe, bi kilam û çîrokên xwe qadeke pir û pir mezin e. Ji ber vê yekê ji bo nifşên nû, divê bi hezaran pirtûk werin nivîsandin. Ji bo kodên dîrokê bo domdariya hebûna ziman “xwendin û nivîs” xala sereke ye û ger ev xal tune be, domdariya hebûna ziman hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçe .

Xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî

Mertebeya destbikara ziman, famkirin, axaftin, xwendin û nivîsandin e.

Gelek baş e, eger em li ser teza “kurd bi têra xwe kurdî diaxive û ji kurdî fam dike” bisekinin û em qebûl bikin, dê hemû pirsgirêkên me ji holê rabin an na? Piştî avabûna netew-dewletên dawîn, gelek pirsgirêkên mezin derketin holê. Ji ber ku van netew-dewletên ava bûn di bin banê xwe de gelek gelên cûr bi cûr kirin bin dagirkeriya xwe. Hin ji van netew-dewletên ku li xwe varqilîn û zagonên li ser çand û zimanan guhertin û homojeniyê terikandin.

Lê welatên wek Tirkiyeyê, hemû xalên xwe li ser homojeniya –yek dewlet, yek, ala, yek ziman- ava kirin. Û ji bilî zimanê fermî ê dagirkeriyê tu zimanan qebûl nekirin û her wiha zimanên ku ji bilî tirkî tê axaftin ewil qedexe kirin û pişt re jî bi asîmîlekirin, tunekirin û înkarkirinê xwestin ji holê rakin.

 Zimanê kurdî jî di bin banê qedexekirin, çewisandinan û înkarê de xwe parast û bîra xwe gihand heta îro. Lê belê ev parastin tenê di hundirê malan de, li gundan di nava malbatan de pêk hat. Ji ber ku zarokên kurdan heta 50 sal berê jî ji xwendina dibistanê mehrûm mabûn-hiştin. Her wiha ev bêpariya xwendin û nivîsandina kurdî ji aliye dewleta tirk ve bi taybet û bi sîstem pêk hatibû-hîn jî berdewam e.

Weke me di destpêkê de jî qal kiribû zimanê her dem û axê heye. Îcar zemanê îro tişteke din jî lê zêdebûye, bo parastina ziman, ji bo pêşxistina ziman, dem û alavên nû çêbûne; Teknolojî. Her çiqas başiya vê yeke hebe xerabiya wê jî biqasî başiya wê ye. Di asîmîlekirina zimanê kurdî de dewleta tirk bi televizyonê û rêzefîlmên xwe armanca xwe gelek baş pêk anî.

Dêya ku ji nifşeke beriya xwe çi girtibû bi domdoriya heyîna zimanê xwe dan zarokên xwe. Piştî salên 90’î û pê ve jina ku filmên televizyonên tirkan temaşe kirin, jina kurd ku derket qada siyasetê, jina kurd a politik her çû ji zimanê xwe dûr ket. Êdî rêjeya axaftina zimanê dayikê di malan de taybet jî li navenda bajaran pir kêm bû.

Serdema ‘jiberkirinê’ cihê xwe daye nivîsê!

Ev, dibe fikra; civakeke ku xwendin û nivîsandinê nizane weke ku qet ne pirsgirêk be. Ji yek sedemên pêşneketina medya û edebiyata kurdan û nexwendina kurdan.Her wiha kurdên ku perwedehî dîtîne û ligel vê yekê dizanin bi kurdî biaxivin jî lê nizanin binivîsin û bixwînin. Di edebiyata kurdan de yên herî tên nasîn jî tê de pirtûkên kurdî 3-4 hezaran zêdetir nafiroşin, dema were firotin û çapek du çap bike ev weke serkeftineke pir mezin tê dîtin û tê qebûlkirin. Di zimanên din de wêjevanên ku bi deh hezaran firotina pirtûkek neserkeftî dibînin. Ji ber ku xwendina pirtûkan û rojnameyan pêşketina ziman pir xweş nîşan dide. Ravekirina van bûyer û kirinan ne mimkun e. Ji ber ku şert û mercên li Kurdistanê her çiqas sedemên xwe hebin ku van sedeman hemû ne heman tişt û encam li diasporayê de jî derdikeve pêşiya me û tu ferqeke ji Kurdistanê tune ye. Nexwe sedem otorîte ye an em in? An jî jehra asîmilasyonê ku bi zimanê me ketiye û em diçin ku derê xwe li wir jî nîşanê me dide.

Kurdên ku li diasporayê dijîn, li welatên wek Fransa, Hollanda, Belçîka, Almanya, Îngîlîstan, Swed, Norweç, Swîsre, Denmark û Rûsyayê ku ji hêla aborî, siyasî û çandî ve bi hêz in xebatên ku li zimanê kurdî dikin çiqas bêbandor e li holê ye. (Ji gelek aliyan ve ji me re kar e ku xebatên li ser ziman û edebiyata 30-40 salên li Swêd, Fransa, Radyoya Êrîvanê û Kurdên Kafkasyayê cihê bigrin)

Li dinyayê ne 40 milyon, em bibêjin hew 2 milyon kurdên diasporayê dijîn, dîsa jî xebatên li ser ziman û çandê divê pir û pir pêşdetir bûya. Her wiha belkî yek dudu ne tê de, enstîtuyên ku hene pir pasîf in, heta li hinek cihan tenê tabela heye xebat tune ye. Zagonên ewropa ji bo çand û ziman gelek derfetan pêşkêş dike. Di dibistanan de dersa hilbijartî “perwerdehiya bi zimanê dayikê”, zanîngehên taybet ku bikaribiya heta niha bi hezaran xwendevanên kurd bigihanda û heta belkî bibûya ciheke pir baldar û xwenedevanên biyanî re jî biba cih û war. Rê li ber pirrengiya rojname û kovaran bihata vekirin. Der barê xabatên edebî de, bi riya wergeran têkiliya navbera zimanan, navbera çand û gelan were kirin wê zimanê kurdî bîne qonaxeke din. Eger domdariya hebûna zimanê kurdî gur û geş nebe, wê pêşerojê em ê bi giştî ji dîrok û çanda hezaran salan bêpar bimînin. Her peyveke kurdî, parçeyek e, bîrek e ya çand û dîroka kurdan e. Her ji bîr kirin, wê kodek, parçeyeke, ji çand û dîroka kurdan bixwe û tune bike.

Ger me ji bîr nekir û me xwe negihand koka wan jî, kodên wan ku di ruhê me de nebin parçeyeke hebûnê, em ne mirîbin jî em ê her nîvcû bin.

Destpêk Nivîs Yildiz Çakar Gelo kurd, bê kurdî dibe?