19 | 05 | 2012

Qe Dayîk Tê Parevekirin?

Pêşiyên me yên rehmetlêbûyî gotine: “Eşîr bavê eşîrê ye.”

Hingî ku mirovayî hatiye rûbayê

gerdûnê ne hatiye bihîstin, ne hatiye ser zaran, ne jî hatiye nivîsarê, wekî ku hinekan dayik di nava hev de pareve kiribin. Dayik û ziman jî yek in. Di dema hênehên de, gava dayika kurd çok danî erdê ewlad anî, ji zimanê devê ewledê xwe re got “zimanê kurdî”. Hezar hezar sal ji wê rojê derbas bûne. Îro çend  ewledên wê dayikê bi durûtiya hinek mirovên dereke û ji bo karên wan rabûne, li ser avê ketine, dixwazin dayikê jî zimanê wê jî pareve bikin. Ew yek ne nêzikî hişê mirovan e. Ger îro dîroka gelên dunyayê bi ber çavên xwe re derbas bikî, tu yê binihêrî ku tu gelî weke kurdan ranebûne şerê azadariyê, ew gel timê bişeref û serfiraz bûye! Lê çima ev gelê mêrxas negihiştiye armanc û daxwazên xwe yên dawiyê, welatê xwe rizgar nekiriye! Di vî aliyî de sedemê reşxemilandina azayiyê, serbestiyê pirr bûne. Ji wan diduyên sereke, di avbeza dîrokê de gellek caran wiha derketine hole: Ya yekemîn “neyekbûn” bûye û ya duyemîn jî cudatiya olê bûye!

Sedem û hinceta “neyekbûn”ê di çi de bûye?

Divê em du sedemên sereke bidine kivşê:

***Yek ew bûye, wekî ku di dîrokê de jî wisa qewimiye, ev gel bi pirr qebîle, êl, ber û eşîran bûye. Wan Kurdistana rengîn di nava hev de li ser waran, zozanan pareve kirine. Her qebîlekê, her êlekê, her berekê û her eşîrekê çend warên wan hebûne. Wan warên xwe wisa parastine, buhistek erd nedane tu kesî. Heke di fêmdariya wan de “yekitiya aqara Kurdistanê” hebûya, heke wan pişta hev bigirtana û mîna kulmekê bi ser hev de qat bibûyana Kurdistan nedihate beşbeşîkirin, parparî kirin. Ji neyar, dijminên kurdan re jî vê yekê dest dida û bi dizî ji hev re digotin: “Bila ew hûr bin, bila ew derbarê tevayîbûnê de mitaleyan nekin!

Em ê van gotinên xwe bi niyêteke ilimdarê hêja Emînê Evdal mak bikin. Wî bi dilêşî nivîsiye: “Helbet di navbera qebîleyên kurdan de tim şerkarî hebû. Wan ji bo zozanan, xweliyê, heyfhilanînê û pirsên din bi serkariya serokê qebîleya xwe de mêr ji hev dikuştin, hev diperitandin. (Emînê Evdal,“Heleqetîêd Pizmamtîyê Nav Kurdada”, Yêrêvan, sala 1965-a)

***Sedema diduyan jî ol bûye. Ola misilmaniyê û ya êzdiyan. Lê wekî millet û netewe gel yek bûye, gişkan ji hev re gotine “gelê kurd”. Wê demê dijmin, neyar, xwînmijên kurdan nihêrîne ku kurd “tev in, yek in” û loma bi wan nikarin. Ji bo ku ew bi pêş bikevin, dest avêtine tov û toximê olê yên qilêr.
Dijmin xisletê xwe yê rûvîtiyê derxistiye meydanê, bi pariyê “şirîn”, bi gilî-gotin-peyvên paşdemîyê yên xapxapok çend kesin xapandine û bira bi birê daye kuştin. Ax, hey ewledên ji riya heq silikî, ji bîr neke ku kal-bavên me ji van awayên qewimînên genî re ev mesele-metelok afirandine:

Bila pariyê mirovan nîvcî be,

Lê namûsa mirovan bi cî be!

Lê îro birek mirov hatine xapandin, li pey kaşekaşa neyarên kurdan bi erdê re dixişikin û ji xwe re dibêjin: 

Bila zikê me têr be,

Namûsa me ne bi cî be.

Hêjayî gotinê ye ku mirov ji gotareke profesor, doktorê zimannasiyê Maksîmê Xemo (ew kurdê êzdî dost û birayê min î nêzik bû) çend hevokan bîne holê. Wî nivîsiye ku peyva “kurd” û peyva “êzdî” fikrên ne beranber in. Peyva “kurd” peyveke têkildarî êtnîsîteyê ye, navê milet e; lêbelê peyva “êzdî” navê dîn e, têkildarî dînperestî û dînhebandinê ye. Rehma Xwedê li dost û bira, ilimdarê mezin be! Bi ser de şîrovekirin wê mîna tiştekî zêde be.

Di dawîya vegotina xwe ya yekemîn de karnîyarî keç-xort, ewledên gelê pirr milyon dibim. Mînanî rîdanspiyekî, mînanî bavekî, mînanî kalikekî dibêjim û dipirsim:

Çima hûn nabînin, nizanin heta roja îroyîn hê gelê pirr milyon negihiştiye azadariya xwe, lê wekî ew pareve bibe ser “kurdan” an jî ser “êzdiyan”, ser “elewiyan”, ser “soraniyan”, ser “goraniyan”, ser “sîpkan”, ser “qerkan”, ser “beşkan”, ez çi  dizanim dîsa ser kê, ser kîjanan. Çi encam dê hasil bibe: Qe tiştek. Her wiha dixwazim teqilê daynime ser vê yekê: Gelî kesên ku ji xwe ra dîn-olê hildidin û dikine neteweyeke “nû”! Rind bizanibin, Xwedê neke wisa bibe, tu yê heta mirovayî hebe berdestî bî, bindest bî û li rûbayê dunyayê belawbelawî bibî, gundekî te yê ser gundan dê tunebe! Lê… Lê wekî hûn gel pareve dikin, beş bi beş, kerî bi kerî dikin, lê hûn ê Kurdistanê çawa pareve bikin? Bi “hişên” we parek dê bibe Kurdistan, beşek jî dê bibe “êzdîstan”. Ez ê serê vê pirsê, vê loda gihayê pûk bi mesele-metelokan girêdim. Rehma Xwedê li we be kal-bavino, we gotiye:

Mirîşk tune, kurikê datîne.

Mirîşk di xewna xwe de gêrîs dibîne.

Werin, mînanî gêris hûrhûrî nebin. Garis li ser sêlê zû diqele; di beroşê de zû dikele; di rodeçûnê de ne çav dibîne ne jî dest digire.

Me li jorê got ku gelê kurd ji bo azayiya welatê xwe bêjimar dest bi şerê azadariyê û şoreşan kiriye. Gelo kî dikare bibêje ku di wan şer û şoreşan de çiqas “kurd”, bi zarê hinekan bibêjim, çiqas “êzdî” hatine kuştin. Ez bi ruhê xwe ve, bi heyîtiya xwe ve li ber ruhê her kurdekî temene dibim, bejna xwe ditewînim. Heke hinekên bêhiş li  hev rûnin, wan ji hev cuda bikin, ew dê êşeke wisa bi xwe re bîne ku dermanê wê peyda nebe, ew dê di merzel de jî rûreş bibe! Ji zû ve hatiye peyitandin ku gelê kurd xwedanê zargotineke dewlemend e. Kilamên rengrengî, dilok, çîrok, dastan, beyt, serpêhatî û wekokên mayîn heyîtiya gel, hinek rûpêlên dîrokê û çanda wê ye ewqasî dewlemend û yên mayîn dide kivşê. Îro kî dikare bibêje dastanên mînanî “Ker û Kulik”, “Siyabend û Xecê”, “Memê û Eyşê”, “Mem û Zîn”, “Dim-dim”, “Xatê Xanim”, “Eliyê Xarziya”, “Dewrêşê Evdî” û yên mayîn kurdan afirandine, yan jî “êzdîyan”?! Li ser bingeha van çîrok-dastanan helbestvan û nivîskarên me karpêkên bedewnivîsarê yên wisa nivîsîne ku bi wan ve navê gelê kurd di nava wêje-edebiyata dunyayê de tê kişandin. Meselen “Mem û Zîn”a klasîk a nemir Ehmedê Xanî û bi dehan yên mayîn. Ez pirsê didim, gelo Ehmedê Xanî kurdê misilman bûye, yan jî “êzdî”?

Navê gora gede-lawikê min “Gul”e

Min merûmê çêkiriye bi tiliya kul e,

Heçî kesê bibêje xirab e,

Bibêje yara min çêkiriye, min qebûl e.

Hezar hezar dilokên me yên wiha hene, kîjan beytû dê rabe û bibêje ku kê ev xuliqandiye?

Ez di salên 60î yên sedsala derbaz bûyî de li Rewanê di redaksiyona rojnameya “Riya Teze”de dixebitîm. Me karkeran nizanibû kî kurd e, kî “êzdî” ye. Dema ez diçûme gundên kurdên êzdî, kal-pîrên 70-80 salî  digotin:
-Eşîr bavê eşîrê ye.

Em gişk ji eşîrekê pêş de hatine; paşê qewlên zemîn û dîrokê hey cedandine ku destê sar têkin nava me! Werin, dest ji wê pirsa malwêran, gelcudatiyê dest bikişînin û bibêjin:

-Eşîr bavê eşîrê ye!

Ahmedê Hepo

Endamê Yekitiya Nivîskarên Azerbaycanê