24 | 05 | 2013

Nexweşî û mirina Apê Ehmedo

Havînê, piştî viravînê, gava ku Apê Ehmedo diket xew, ne tenê kesên malê, heya mêş jî bêpêjn dibûn.

 Lê dema ku ew şiyar dibû, kebaniya malê bi zarokan re, radibû ser tapanan. Him... himmm, gum... gummm pê diket. Wî, geh di ber xwe de dida çêran, geh jî dikire niççç... niçççç dikuxiya û di ber re belxem diavêt.

Li malê, her kesî bi adeta wî dizanibû, lewma jî zû zû teşt dihanîn ber wî û ji mi­sîn, hêdî hêdî av li serê wî dikirin. Tenê piş­tî wê yekê, Apê Ehmedo bi ser hişê xwe di­hat. Êdî gotin, dikaribû pêre biba.

Lê belê ku Apê Ehmedo bi bapêşan biketa, vêga ji bilî malbatê gundî jî radibûn ser lingan. Di vê rewşê de, her car ew ji hundur derdiket û li hewşê digeriya. Wî pêşiyê çend qewl di ber xwe de di­gotin. Dure bi strana "Feleka me xayîn e, me dixapîne" dest pê di­kir û bi strana "Dayîkê" jî diqedand. Bi xwe derdiket ser banî û bi dengekî bilind bi rehmetiya diya xwe re dipeyivî. Êdî axaftina wî bi miriyan dest pê dikir.Gundiyan li ser vê yekê digotin: Apê Ehmedo dîsa bi miriyan re diaxife.

Bi rastî jî, Apê Ehmedo wiha bi mirovên gund yên ku ji wê din­yayê bar kiribûn, dipeyivî, fena ku ew li hemberê wî rawestiyayî ne.

Weke adetê, piştî ku wî diavête Ocaxên Weliyên xwedê, gazî da­yîka xwe dikir: "Dayê, heyranê! Tu jî ehlê xwedê bûyî, ehlên xwedê jî dï tirbên xwe de her tiştî dibihîsin. Dayê dengê min tê te? Ho... dayê ez pê dizanim, tu mirina min naxwazî, li ciyekî li cem xwe ji bo delalê dilê xwe bihêle, di nêzîk de ezê li te bibim mêvan..."

Piştî vê axaftinê, mîna ku ew narên miriyan bi bîra xwe bîne, bêhnekê bêdeng dima. Dure, bi dengekî bilind gazî rehmetiyê Ebdo dikir:

"Ho... Ebdo! Ma rehmetiyê Ebdo! Erê ez negihame emrê te, lê be­lê ez xwe nêzîk bigihînim mirina te, bi te re bibim heval. Bi xwe li wê dinyayê tu çikûs bûyî, lê ez dibêjim li vê dinyayê kesek nema çi­kûsiyê dike. Lewma jî cihekî fireh li tenişta xwe ji min re bigire..."

Her demê zarokên rehmetiyê Ebdo, xvve li ser xuseta bavê xwe ya çikûsiyê, dixeyidandin û carnan jî dibeziyan Apê Ehmedo. Lê çi çare heye? Gava wî gazî Ebdo dikir, her gotinên xwe dubare diki­rin.

Wa... xûşka Edûlê! Apê Ehmedo bi dengê herî bilind gazî rehme­tiya Edûla ku di wexta we de, her tim li ser miriyan, dinihêrand di­kir .

Û bi dengekî hîn bêhtir qebe didomand:

"Ho... xûşka Edûlê! De rabe lê û li ser min binihirînê! Ew goti­nên ku layîqî nav û bejin min in, bibêje! De rabe û weke her demê, na... hîn bêhtir, porê xwe yê henekirî, bikişîne û destê xwe li sîna xwe ya spî sedeh xinc, bi qêrîn û hawar bilorîne û bibêje:

Hey... Apê Ehmed! Beranê pez, kevirê qorzîbiran û mêrxazê kozi­kan. Erê xûşkê şerm neke û bibêje: Hey Apê Ehmed! Egîdê egîdan, xwediyê simbêlê sorgulî û birûyên qeytanî... siwarê hespê rewan û xwediyê rextê tifinga çapilî..."

Di vir de, jina Apê Ehmedo Fatê, nema xwe digirt û pêve dipijiqî:

- Ka bibêje, kengî tu bûye xwediyê tifingê?! Û kengê tû bûye siwarê hespê rewan?! Qey nayê bîra te, gava tu ji kerê ketî û parsûyekî te şikest û mehekê te serê me bi gotinên xwe yên vala gêj kir..!

Apê Ehmedo, li ser vê yekê seranser nediçû ser bersivê. Wî berê gotinê dida aliyekî din û ji şûna xwe biparêze êrîş dikir.

-Qehrokê... çavnebarê... ji ber ku tu weke xûşka Edûlê nikarî, binihêrînî, tu xwe dixeyidînî. Hema bi qurana ku mela û şêxa xwendiye, roja mirina min tê hêsrekê li ser min nebarînî...Erê tuyê nebêjî: Ho... bavê çar lawên weke pilingan û bavê du keçên mîna xezalan! Stûna malê û...

Li vir jî, jina wî Fatê dîsa gotina mêrê xwe dibirrî, lê bi awayekî lom û gazin:

-Kuro heyran, şerme !Te xwe, li gund kiriye qîrdîk...Bese, ma kes wek te nexweş nakeve yan namire?

Îca Ape Ehmedo, gotinên jinê , li ber guhên xwe berdida û bi dengekî bilind xwesteka xwe ji miriyan didomand: "Xwişka hedûlê! Gelo, wê kî ji şuna te bibêje, Ho xwediyê deriyê bilind û ji bo mêvanan mala raxistî? Gelo,wê kî binihirîne û hesra, bi hoçîkên xwe, paxij bike? Kî?Wey xwedo! Çima te berê rûhê min ne stend? Wey xwişka Hedûlê! Mirovê ku bêyî nihirandina te here tirbê, fena ku bê terqîna melê here ber destê xwedê..."

Bi lêvkirina bêjeya "terqînê"êdî ape Ehmedo berê xwe bi mescîdê vedkir û gazî melê gund dikir: "Ho seyda! Binêr hat ku ez mirim, tu terqînê wek fatîhê di bêvîla xwe de nexwîne... Meke pin-pin û vin-vin! Bihêle ez fam bikim, gotin bi gotin bibêje û ecele meke! ... Gunehê min di hustê te de ye... Qevîtiya min eve...Vayê dengê min hat we hemûyan,de ez çum ser heqiya xwe..."

Çi cara heye, piştê axaftinên apê Ehmedo,jina wî Fatê pê re şer dikir û çi cara ku apê Ehmedo nexweş biketa, wî axaftina xwe bi miriyan re" dikir.

Lê vê sibehê, piştî azana melê, rewşa apê Ehmedo ne weka tu caran bû. Ew bi êşek dijwar, di dilê xwe de dihesiya. Her wî xwe dileqand, eş pirtir dibû. Loma bê tebat, bi dengekî melûl, gazî jina xwe kir:

-Wa Fatê! Keşê Fatê rabe, were bi min ve! Fatê şiyar bû û wê ne ji guhên xwe û ne jî ji şavên xwe bawer nekir. Çimkî dengê mêrê wî melûl û lewaz bû. ÛÛ rengê wî jî, wek ê miriyan spîçolkî bû. Lê ku çavên Fatê li yên wî ketin, hîn bêtir ji rewşa mêrê xwe tirsiya û lo­ma ji mîna her carê jê ne pirsî "Ha tu çi dîsa dunyayê li ser serê me radikê? " Beravajî ewê bi tirs got:

-Pepuk! Kuro,çi bi te hatiye?

Hêlma apê Ehmedo, zû diçû û zû dihat. Bi behnçikyayî li jina xwe vegerand:

-Keçê vê carê, ji şûna qolinc bikeve nava min, ew ketiye dilê min. Hema tu dibejî reh ji dilê min têne kişandin.

Fatê, li tenîşta wî runişt û wê dît ku xwedanê girtiye ser eniya wî.Wê xwêdan bi destê xwe paqij kir. Jê xwiya bû ku xwêdanek sa­re. Vêga wê fam kir ku ev yek, ne ji xêrê re ye. Sera ser zarok ji xew rakir u yê mezin şand pey melê...

Gava kurê apê Ehmed, li ser nexweşiya bavê xwe, ji melê re got, wî bawer nekir û pirsî:

-Bavê te ku nexweş bikeve, ma bêyî qelabalix dimîne? -Xalê seyda, diya min dibêje, halê wî pir xerabe.

-Başe lawo, here ezê bêm.

Ji awirên pêşî, mele fam kir ku rewşa apê Ehmedo ne rewşa her care. Lê tevî wiha jî,wî bi lêvên bişirî jê pirsî:

-Ha, Ehmedo,Xêre înşaelah!

Apê Ehmedo, bi şavên roviyê ku ketibe xefkê, li mele nêrî û bi dengekî pir melûlî got:

-Seyda...Bê..hn..bêhn..li..min diçike..

Mele, êdî xweş fam kir ku bi rastî halê apê Ehmedo xerabe. Mele destê xwe danî ser eniya wî û çand ayetênquranê, di ber xwe de xwend. Lê tevî wiha jî, her wext bi wir de diçû, apê Ehmedo hîn bê­tir bê hal dibû...

Berî taştê, ji bilî zarokên malê û cîranan,hinn gundî li dora apê Ehmedo cîviyan Ji nişka ve, bêyî kes bizanibe çawa, serê apê Eh­med oxiliya û kete ber wî.

Melê bi dengekî bilind got: "Bê mehal, çi nefsa heye, wê mirinê bibîne û çawa be emê hemû li Xwedê vegerin."

Nîro, gava apê Ehmedo veşartin û mele dest bi terqînê kir, gun­diyan dîna xwe dane mele ku ew bi dengekî zelal û hêdî-hedî terqî­nê dixwîne. Bi vegera ji goristanê,wan di nav xwe de digotin: "Wileh yabo, ne nexweşiya apê Ehmedo û ne jî mirina wî wek ya xelqê bû. "Û piştî demekê, gundiyan nas kir, ne ku mirovek ji gundê wan kêm bû, her wiha jî tiştek."