-
Kategorî: Hesenê Metê
Gelto î xwediyê malê bi rûkenî didomîne û dibê:
-Wek ku min got, Xusrew...ku biqewume, ez ji deh jinên lepdarîn jî jîrtir im. De êdî tu û bextê xwe... de fermo!Xusrewê ku bi mêvandarî hatiye mala hevalê xwe, bi dilxweşî li xwarinên ser masê dinêre, destên xwe di hev re dide, bi devekî avî li Gelto vedigerîne:
- Bi Xwedê, tu jî ne hindik î! Ca lê binêre... wey, wey wey!.. dibêje û hinekî din jî xwe ber bi masa xwarinê dike.
Ji bo Xusrew, bi rastî jî tiştekî seyr e. Lewra masên wusa, pirî caran di çîrokan de bi xwarinên weha têne xemilandin. Ji xwarinên goştîn sê babet, ji şorbên sivik du babet, birincek hebhebî û bi mewûjên sor, selete û hêşînayî bi awayekî wusa li ber hev hatine danîn ku ji bo hunermendekî herî mezin jî ne asan e ku ji bo pêjnên xwe tiştekî weha bifikire. Du sê xwarinên din jî hene ku ew nizane wan bi çi binavîne. Ji bilî van jî, ji çend babetan selikek tije fêkî li hêleke din î masê, li bendî hevalbendan e. Lê tiştê ku bêtir bala Xusrew dikêşîne ev e, hevalê wî dest bi vexwarina meyê jî kiriye. Meyên giran! Şûşekek vodka bi du piyalên vala li hêleke masê ye.
Piştî ku Xusrew bi rewşek matmayî çavên xwe li ser hemî tiştên ser masê digerîne, ne bi devê xwe lê di dilê xwe de we ha dibêje: «Xwedê dizane, Gelto bi her awayî hatiye guhe tin. Ango ne Geltoyê heşt sal berê ye.»Û bi vê guhertina hevalê xwe jî gelekî kêfxweş dibe.
Gelto têdigêhîje ku hevalê wî ev rewşa ha ne dipa. Ji bo ku tiştekî nebaş neyête ser hişê hevalê wî, zûzûka vedigere ser û dibê:
- Binêre Xusrew, em ê îro li kêfa xwe binêrin... bixwin, vexwun û ku te bivê... em hertiştî ji bîra bikin û ji jiyana xwe ya mayî, em rojekê jî ji bo xweşiya dilê xwe bibuhurînin. Ya sitar, ma kevir ê bibare! Bi vê hevdîtina me ez ewqas kêfxweş im ku, Xwedêyo!..
Xusrew di vî kevnehevalê xwe de guhertinekê dibîne, lê bi çiqasî û bi çi awayî ye, nizane. Lewra berê, ji bilî çend hişkepeyvên polîtîk tiştek ji devê vî hevalê wî dernediket. Û anuha jî li ser vê masa pîrozwer çêlî jiyanê, çêlî kêfxweşiya dilan dike. Lê dîsa jî Xusrew xwe pêve bernade, zêde jî dirêj nake û bi kurtebir dibêje:
- Ma çi pêwîst dikir ku tu ewqas wexta xwe... serê xwe bêşînî. Me ê bi hev re tiştekî sivik...
Gelto destê xwe li ba dike, peyva wî dibire û dibê:
- De lê binêre, ha! Wext!.. ma ev ji kîjan wextê de ye ku me hevdu ne dîtiye, malava! Heşt sal kuro, heşt sal! Ne bi gotinan e, ezbenî!.. Bi Xwedê heta mehekê jî ez te bernadim û hew!..
Herdu hevalbend li ber masa xwarinê rûniştine, giran giran dixwin û hêdî hêdî jî dipeyivin. Mijarên galegalên wan ji demên buhurî dest pê dike. Di navbera hevdîtina meriv de çiqas wext derbas bibe, meriv jî ewqas dixwaze li wan kevnerojên buhurî vegere. Loma ev herdu hevalbendên kevn jî bi galegalên xwe diçin demên xwe yên buhurî û li wir dijîn.
Li ser rojên buhurî, li ser pêwendiyên rojên kevn, li ser he şaşiyên berê tê peyivîn û dûre peyv tê li ser polîtîkaya rojên kevn disekine. Di vê navberê de mîna ku tiştek keti be bîra Xusrew, vedigere ser Gelto û dibê:
- Ero, min bihîst ku... Xwedêyo, ev çi rewşa me ye! Em hemî derbeder bûne! Min bihîst ku Mervano jî li van derina ye. Ma tu tew wî nabînî, çawa ye?..
Bi bihîstina navê Mervano, mîna ku Gelto hinekî veniciqe, li şûşa vodkayê dinêre û dûre bersiva hevalê xwe dide:
- Na... Berê, me heroj hevdu didît. Em di dersxanekê de li kêleka hev rûdiniştin. Lê dûre dilê me ji hev ma û min xwe jê dûrxist.
Mîna ku Xusrew ji pirsa xwe poşman bû be, hinekî jî xemgîn dibe û dibê:
- Heyf e bi rastî. Çima?.. Mervano xortekî baş bû. Gelto bi enirîn û bi hêrsbûyîneke şêrîn dibêje:
- De başbûna wî serê wî bixwe, lo! Meriv weke wî xwe ewqasî jî wenda nake! Başbûna çi?.. De tu guhdar bike ez ji te re kat bikim: Ez û wî, em bi hev re di dersxaneke zimanê swêdî de bûn. Di dersxanê de, ji çend welatan biyanî hebûn. Ji wan yek jî keçeke polonî bû. Ku te li keçikê binêriya, te ê bigota ev keçika ha, rasterast ji kerxanê reviyaye. Nexweş! Heroj bi mistek boyax dihat dersxanê. Dema ku mamoste dixwest em herkes bi kurtî li ser welatê xwe bipeyivin, ew jî radibû, ji bo pîskirina sîstema sosyalîst çi dihate ber devê wê digot. Digot:
«- Goşt tune, kinc tune, sol tune, tişt tune... tiştên ku hene jî bi dest merivan nakevin...»
Ez hêrs bûm, di ciyê xwe de ricifîm û min kir ku di dersxanê de biqîrim û bibêjim, «Tu ruyê xwe reş dikî, ku tunebûneke weha li welatê bavê te daketi be, de ka bibêje tu bi kuvarkên kîjan guherê mezin bûye, dêlik! Rast e, perê boyaxa dev û lêvên te ji te birîne. Lê ew pere, wek alîkarî ji hogirên Hebeşîstanê re hatiye şandin, têgêhîştî!» lê zimanê min têr ne kir ku ez van gotinên dilê xwe jê re bibêjim. Hemî kesên di dersxanê de jî wek berxikan guhdariya wê dikirin. Tenê ez ra-bûm û min jê re got:
«- Tu derewan dikî.»
A, wê çaxê tev hemî xwendekarên dersxanê, Mervanoyê me jî rabû piştgiriya keçikê kir û ji min re got:
«- Tu neheqiyan li keçikê dikî. Te ew welata tenê bihîstiye, lê keçik li wir jiyaye û li wir mezin bûye. Ew, ji te baştir bi welatê xwe dizane!»
Ez vegeriyam ser û min jê re got:
«- Mervan, çiyê te û vê antî-komînîstê bi hev dikeve, bavê min?!.. Ma ji bo te ne şerm e ku tu xwe dikî rewşa parêzgerekî wê? Te bi salan ji bo sîstemeke wusa şer kiriye. Ku rewşa mayîna li welêt dest bida, te ê jî mîna min... heta ku çavên te di kortikên xwe de biçûya xwarê, simbêl û porê te mişt tayên sipî bibûya, xelekên reş xwe bera binê çavên te bida û ruyê te biqermiçiya... te ê şer bikira. Erê, ez wek navê xwe jî dizanim ku te ê şer bikira! Lê çawa tu anuha radibî derewên keçeke beradayî rast dipeyitînî, ez tênagêhîjim!?..»
Lê Mervano wek feylesofekî serhişk li min vegerand û got:
«- Çi şer, çi dagêr, çi rêdar û çi sîstem dibe bila bibe, divê ji bo jiyaneke xweş be: jiyaneke bi goşt, jiyaneke bi kinc û jiyaneke bi sol be...»
Min baş bala xwe dayê ku ew rasterast wan gotinên keçika beradayî li min vedigerîne. Wê çaxê jî bi hêrs vegeriyam ser û min gotê:
«- Serê te û feylesofiya te bixwe!»
Dûre bi enirîn rabûm ser xwe, ber bi dêrî çûm, derketim der, min derî hişka li pey xwe girt û careke din jî li wê dersxanê venegeriyam. Ez bawer im hemî kesên di wê dersxanê de jî têgêhîştin ku ez çiqasî hêrs bû bûm... A, ji wê rojê û vir de jî ez û wî, em êdî hevdu nabînin.
Piştî vê çîroka xwe û Mervano, Gelto vedigere ser Xusrew û dibêje:
- De ka tu bibêje, ezbenî. Ma ne tiştekî seyr e ku yekî nola min û Mervano rabe, piştgiriya keçeke weha bike?.. Keçeke ku ji welatê xwe î sosyalîst reviya be!.. Bi şerefa min û te, şîrê wê heram e!.. Ma ne şîrheram be, ji sîstemeke sosyalîst direve? Ma ew bi xwe jî nabîne ku tevayiya gelên dunyayê ji bo sîstemeke wusa xwîna xwe dirêjînin!
Mîna ku Gelto bi vê hevoka xwe ya dawîn re hinekî jî hêrs bû be, destê xwe davêje qirpika şûşa vodkayê, piyalan dadigirê û dibê:
- Lê serê xwe bixwe, dev jê ber de em îşev çêlî polîtîkayê nekin... em ji xwe re vexwun.
Herdu piyalên dagirtî bi du peyvikên noş li hev dikevin û ber bi ciyên pêwîst xwar dibin. Piştî qultekê, Xusrew piyala xwe dadixe, bi mitûmatî li hevalê xwe dinêre û dibîne ku wî çawa çavên xwe girtine û heta dilopa dawîn jî piyalê di devê xwe de diguvişîne. Dûre Gelto bi oxîneke dirêj re diranên xwe bi hev de dişidîne, du sê caran çavên xwe dikuskusîne û piyala li ber Xusrew dibîne. Dixwaze bi matmayîn li hevalê xwe binêre û herweha du awurên matmayî li hev dikevin. Gelto bi pilepil serê xwe dixe ber xwe û dibê:
- Ev çi ye, ezbenî?.. ma meriv weke te vedixwe? Xusrew hîn bi wê matmayîna xwe ye û dibê:
- Bi navê Xwedê, heta roja îroyîn jî min ne dîtiye ku kesek weke te vê vodkayê weha hişk vedixwe. Malava!.. Ma ev vodka ye, malava, vodka! Bi kêmanî te pepsi-cola û cemed jî li nav bixista, dîsa dibû. Lê...
Gelto:
- Lê... Pepsî-cola şerbeta emperyalîstan e... Ez difikirîm ku em ê îşev dev ji polîtîkayê berdin... em ê ji xwe re vexwun, dibêje, dîsa destê xwe dirêjî şûşê dike, piyala xwe ya vala dadigirê û didomîne: Lê mîna ku tu jî dibînî, herçiqas meriv nexwazin jî destê merivan ji polîtîkayê nabe... Em bi aveke polîtîkî hatine avdan. Binêre Xusrew, ne ku ez bi van gotinên xwe pesnê Sovyetê... pesnê sîstemê didim. Lê bi rastî jî mêrikan pir xweş çêkirine. Wusa xweş çêkirine ku pêwîstiya dilopeke şerbeta emperyalîstan jî nake ku meriv li nav bixîne. Ez hertim ji vê vodkayê vedixwum. Bawer bikî... carina ez du şûşan jî didim ber hev û vedixwum. Vexwarina vê vodkayê pir xweş e. Tew merivan nayêşîne, wek şîrekî nûdotî di gewriya meriv de xwe bera jêr dide û di dest de merivan sermest dike...
Piştî ku Gelto wê piyala şîrê nûdotî jî di gewriya xwe de bera jêr dide, pê xwe sermest dike, destekî xwe ber bi xwarinekê dirêj dike, li gotinên xwe yên jorin zêde dike û dibêje:
- A, ev jî yek ji wan seletên wan î populertir e. Wek ku tu jî dibînî: kartol û hêkên xaşandî, goştê beraz û mirîşkan, pîvaz û gizêr, û baqilên xatûnî li nav hev dikeve... û ev xwarina pî-rozwer jê derdikeve. Ev hemî nexşên ha jî hevalekî min ji min re goti bû. Li Moskovayê dixwîne. Digot, meriv qeymax jî li nav dixîne. Bi ûrisî jî navek lê dikir, Xwedêyo! Çi navekî xweş e! Salat Stolîçnîy([1]).
Heta ku şûşe vala dibe, Xusrew jî hêdî hêdî dixwe, vedixwe û her guhdariya hevalê xwe dike. Lê her ku Gelto vedixwe, serî lê germ û ziman lê dirêjtir dibe. Li ser hertiştî dipeyive. Di dawiyê re jî dema li ser çem û çiyan dipeyive, pesnê hinek tiştan dide û weha dibêje:
- Zozanên Ûral ji zozanên Rocky Mountains'ê hêniktir û hêşîntir e... ava çemê Volgay'ê ji ava Mîssîssîppiyê zelaltir û xweştir e...
Bêyî daxwaza xwe, Xusrew li vir peyva hevalê xwe dibire û ji nişka ve:
- Tu çawa dizanî?..
- Çi çawa dizanim?
Mîna ku Xusrew ji pirsa xwe poşmam bû be, hinekî nerm-tir dibêje:
- Ango tu çawa dizanî... hêniktir û hêşîntir e, an jî zelaltir û xweştir e? Na xwe tu heta wan deran jî çûyî?
Nola ku Gelto bixwaze tiştekî pêşan bide, destê xwe radike û dibê:
- Na. Ev hemî tiştên ha min di pirtûkekê de xwendi bû, min di nexşeyekê de dîti bû... Ne tenê min di nexşeyekê de jî dîti bû. Herweha min ji hinekan jî bihîsti bû... Ji hinek devên ewle...
Xusrew bi pişirîneke heyfîn li hevalê xwe vedigerîne û di bêje:
- Binêre kekê Gelto. Bi rastî jî pir kêfa min ji te re tê. Bi taybetî jî guhertinên ku di te de bûne. Lê çiqas heyf e ku... zimanê min nagere ku ez van gotinan ji te re bibêjim. Lê ku tu li min negirêyî, wê çaxê ez ê bibêjim hinekî jî serê xwe biguherîne. Binêre, tu çêlî hinek tiştan dikî û tu bi xwe jî dibêjî; min bihîstine an jî di nexşe û pirtûkekê de xwendine...
Gelto berê xwe dide hevalê xwe û dibê:
- Xusrew, çavê min! Ez jî ji te hez dikim... weke birayekî xwe î piçûk ji te hez dikim. Lê ez ji hertiştên sîstemê jî hez dikim. Tu viya jî bide xatirê ruhê min î sosyalîst. Û ya din, ma ne xweştir e? Bi serê min û te bajarên wan, merivên wan, na-vên wan... bi kurtî hertiştên wan xweştir e, Xusrew! Hertiştên wan!..
Bi van gotinên xwe re Gelto destê xwe davêje şûşa vala, radike, lê dinêre, dûre hinekî jî bi serxweşî bi masê de dide û dibêje:
- Vodka wan jî xweş e.
Xusrew serê xwe dike ber xwe, di dilê xwe de, «Na!.. serê Gelto ji berê jî kevntir e. Di warê xwarin û vexwarinê de gavek havêtiye, lê ew gava xwe jî berwar havêtiye.» dibêje, dûre bi çavekî bêhêvî û xemsarî li hevalê xwe dinêre û bi pişirîn dibêje:
- Ez dibêm qeyê tu hîna çîroka vê vodkayê jî nizanî. Gelto bi serekî germ û çavekî matmayî:
- Çawa, çîroka vodkayê? dibêje.
- Ango li kuderê, çawa derketiye... dûre çî bi serê vî navî de hatiye...
Gelto bi ken herdu destên xwe ber bi şûşa vodkayê dirêj dike, peyvên Xusrew dibire û dibê:
- Çawa nizanim, ezbenî! Smîrnoff e. Navekî xurû sovyetî
ye.
- Rast e, navekî ûrisî ye. Lê bi taybetî li Amerîkayê weke patent cî girtiye û li çend welatên din jî derdikeve.
Gelto bi enirîn di bin çavan re li Xusrew dinêre, hinekî jî bi hêrs dibêje:
- Ez nizanim tu tinazên xwe dikî, an te dil heye ku tu jî min hêrs bikî. Smîrnoff çima li Amerîkayê derdikeve, ez tênagê-hîjim!
Xusrew radihêje şûşa vala, mîna ku bi tiliyên xwe tiştên li ser şûşê pêşanî hevalê xwe bide û dibê:
- Binêre, ezbenî, di dema Çar AleksandrIII.de merivekî bi navê Pîerre Smîrnoff heye, siparişa hemî mey û vexwarinên welêt û bi taybetî jî ya derûdora qesrê ew dike. Bi hinek rê û formulên xwe yên nû, Pîerre Smîrnoff li dor sala 1818'an vê vodkayê çêdike. Lê bi hatina şoreşa oktoberê re, ji bilî kurê wî yê bi navê Vladîmîr, tev fabrîka wî serê hemî kesên malba-ta wî jî wenda dibe. Vladîmîr, tev formula vodka bavê xwe, di ser Polonyayê re direve Fransayê û ji wir jî diçe Amerîkayê. Li wir, bi alîkariya tacirên dewlemend fabrîkek tê damezran-din û vê vodkayê dîsa çêdikin... Bi gotineke din, weke wê şîr-herama polonî, xwediyê vê vodkayê jî ji welatê xwe î sosyalîst direve.
Gelto bi rewşek matmayî li hevalê xwe dinêre û bêdeng guhdariya wî dike. Wek sofiyekî ku destê wî bi destê xirabjinekê bû be û destmêja wî hati be şikandin, di ciyê xwe de sipûsar dibe û ditengije.
Ew hemû mijarên ku dûre di navbera herdu hevalbendan de dibe û didome, Gelto zêde beşdarî wan nabe. Her li şûşa vala dinêre û difikire. Ji nişka ve dilê wî li hev dikeve û verşiya wî tê. Dema bi destûra havalê xwe ji ber masê radibe û ber bi destşokê diçe, di ber xwe de dike pilepil û dibê:
- Ez bawer im, min îşev pir vexwar.
[1] Salat Stolîçnîy.: Seleta Paytextê.