-
Kategorî: Seîdê Ûsif
Her hunermendê an ji hunermenda mezin li pey xwe çend berhemên hunerî yên sereke dihêle û piranî jî bi wan tê nasîn. Lê em dizanin ku afirandina hêma yan jî xebatan, di dawiya pêvajoyekê de tê temamkirin, an jî ber bi dawiyê ve dihere. Tiştê ku vê pêvajoyê li ser piyan dihêle û xwedî dike, bêguman ceribandinên hunermend ên bi sedan xêzkirina pêşnûmayan (krokî ) in. Reng, li ser tuwêl/kaxiz wekî ku tê xeyalkirin-hiskirin şekil nagire. Ji bo vê, wê gavê, divê bêrawestan ceribandin û pêşnûmayên nû werin çêkirin. Ji ber vê yekê hunermend pêdivî bi xêzdankê dibîne. (sektchbook-eskiz-taslak defteri).
Defter çi ye? “Defter: di jiyana rojane de, di perwerdehiyê yan ji bo ku di karê bazirganiyê de agahî di hiş de were girtin tê bikaranîn û ji pirtûkeke ku di nav de gellek kaxizên vala cih digirin pêk tê.” (M. Doğan)
Wênesaz di jiyanê de bi gellek tiştan re rû bi rû tên û wan seyrange dike û digire hişê xwe. Tişt, ku her çiqas hûr û kûr û biçûçik be jî, ew her tiştî dibîne. Lê belê, hinek ji wan bi awayekî zelal di hiş de dimînin û hinek jî bi zorê tên bîrê. Ji ber vê divê wênesaz çavdêrekî-çavdorekî baş be û xwedî îdraqeke bi hêz be. Ji lewre hunermend xêzdankê tenê li wênexanê bikar nayne. Pirî caran ji bo tomarkirina jiyana rastîn û xeyalî bi xwe re digerîne. Hevalê wê/î yê qedîm e. Carinan wekî rojnamevanekî ku bilez notan digire, xwezayê li qelemê dide. Pêşiyên me jî ji tiwûtinê negotine “qelem di dest de, alem di dest de.” Bi gelemperî xêzandina bilez, ji bo fikrekî ku paşê were bikaranîn e. Dibe ku van fikran di carekê de bi kar neyne lê belê, wê demek were ku ev ji bo hunermend tiştê herî girîng be.
Hin kes xêzdankê wekî “deftara aqil” bi nav dikin. Ev defter notên dîtbarî ne-qeydkirina xewn û xeyalan e. Tescîlkirina jiyana/tecrubeya fikran e. Rojnivîskên hunermend in; dîtin û raman diqulipin ser kaxizê û bi van xêzikan re “dîroka bîrê” ya hunermend çêdibe. “Erka/fonsiyona (Gedächtnis) bîrê, parastina çavdêriyê ye.”1 Ango qîmetdayîna dîmenê ye. Xêzdank ji bo ku wênesaz “bîr”a xwe baş bi kar bîne, an jî li “bîr”a xwe xwedî derkeve, lazimiyek e. Rêyeke baştirîn parastina “ez-xwebûn”a hunermend dîsa bikaranîna xêzdankê ye. Tiştê herî baş ê bênderê ev e ku; kaxiz belav nabin, winda nabin, ji hev nakevin û mezbût e. Hema tu bêje ba di ber de nare, her ji bo fikrên hatine tomarkirin jî ev yek derbasdar e. Fikrên demekê hemû di “cihek”î de tên parastin. Ango, bîra qulibiye/ketibe ser kaxiza spî ya ku her cm.ya xwe ji xewn û xeyalên me re amade ye, tê parastin. Bêguman “bîr” xwe ji xeteriyê xilas dike.
Her çiqas hunermend ji xwezayê (modêl) sudê werbigire jî taliya talî tiştên di hiş de mayî çêdike; rasterast modêlê ji xwe re nake esas. Ev tiştên di hiş de bi rêya pêşnûmayên xwe bi bîr tînin. Ji ber vê xêzdank “bîrcih”a hunermend e. Ango, belgeyên ramanên wî/ê ne. Di vê defterê de; xêzên nîvco mayî, ên dev-jê-berdayî (jê birî-reşkirî), hin kîtekît, xêzên li hev eqs, xêzên nerm û hişk, dîsa hin xêzên jixweber û hwd. derketî cih digirin. Yanê bênder behra xêzên hunermend bi xwe ye. Xêzdank deftereke taybet e. Heta mirov dikare bibêje deftera belgeyên jiyana wî/ê ne. Gelek caran ev belge name ne, gazinc in, derd in, şîret in, şîyarbûn in, xera û rast kirin in, betalkirin e, kifşkirin e, ken û girî ye, qehirbûn e… Xêzdank mehremiyeta hunermend e, ji ber ku ew di bênderê de şilftazî ye. Lewma jî pak e. Bi gotineke din, jiyanameya hunermend bi xwe ye. Dîsa, dîtin û fikirandina her tiştî, kîtekîteyên wan xwe di xêzdankê de diparêzin, û xêzdank dibe ferhenga teşeyên hunermend. Bi tabîreke dîtir, xêzdank, “qursik”ên hunermend ên ku ji her derê berhev kirin e. Ev qursik, reng in, şekl in, kevneşop in, motîf in, şema ne… Wênesaz wan qursikan hemiyan bi hev ve didirû. Ango, “halîta” ye; ji ber ku, wênesaz di jiyanê de tiştên cuda tîne ba hev û bi wan yekîtiya-bitûna hunera xwe dihûne.

Deftereke Eugène Delacroix
Xêzkirina pêşnûmayê ceribandinên li ser gotinên dîtbarî ne. Pêdiviya bi pêşnûmayê lêkirin û honandina ji bo teşe û naverokeke mîsoger e. Çinku, her pêşnûma pêşniyarek e ji wêneyê re. Di hêleke din de jî, bêjandinek e, parzûndanka wênesaz e. Bênder laboratûwar û jêrzemîna hunermend e. Xebatgeha wî/ê ya herî jidil e. Tişt (form-teşe, dîmen hwd.) li vir kom dibin û tên kifşkirin. Ango, hunermend bi pêşnûmayê “gotin”ê teqez dike û sînoran jî eşkere dike û ji ximamiyê xilas dike. Gotinên dîtbar bi rêya pêşnûmayê tên remîzandin û kodkirin. Piştre hay jê çê dibe ku wê kîjan pêşnûma/pêşniyar bikaribe di xebatê de cih bigire, biryara wan digire. A rast, wênesaz xêzan dihelisîne, digel vê jî fikran kûr dike, defteran dijidîne.
Qebilîyeteke xurt û hostetiya hunermend, bi awayekî kûr û dûr li ser xebata xwe hûrbûyîn e û dîsa pirî caran di ber çavan re derbaskirin e. Xebateke ku bi tevahî li ser paletiyekê nehatibe kirin, nikare xwe bigihîne asta berhemeke resen. Gogol dibêje; “divê her nîvîskarek belkî heyşt caran di ser destnivîsên xwe re here” Lewma, wênesazên mezin ên wekî Davîncî, Van Gogh, Cézanne, Picasso û Degas, Seurat pêdîvî bi xêzdankê dîtîne. Qîma xwe tenê bi çend heb pêşnûmayan neanîne û berovajiyê vê bi dehan xêzdank dagirtine.
Bikaranîna xêzdankê wênesaz ji qalib û rêbazan xilas dike; aqil di nav xêzdankê de rihet û azad e. Dîsa bikaranîna xêzdankê disîplînek e. Wênesaz di xêzdankê de raman û hestên xwe terbiye dike. Ji ber ku dest dixebite, hiş û aqil ko nabe. Xêzdank, şibakeya wênesaz a ku li wêneyên xwe yên rengîn dinêre ye. Di vir de qanûn û qeîdeya wêneyên xwe datîne. Xêzdank di heman demê de aqil û hişê tevizî jî radike ser niga û çalak dike: areneya wênesaz ya ku bi xwe re dikeve gengêşiyê ye; dawî li formê nayne û ew tim xwe neçarî lêgererîn û veguherandina formên resen û nû dike. Di vê defterê de qasî ku mirov bi xwe re dikeve gengêşiyê ewqasî jî tiştên tewşomewşo û qalûbal jî cih digirin. Bi xwe re diaxive. A rast dixwaze xwe fahm bike. Tiştekî din jî mirov di xêzdankê de bi fikran re dikeve pêşbaziyekê. Xêzdank, bêguman ji bo ku hunermend rihet bifikire, çoleke pir fireh e û bê ser û şûn e.

Xêzdankeke Geoges Seurat’yî
Piştî demekê di xêzdankê de gellek pêşnûma tên çêkirin. An jî formên ku hêna nav lê nekirî, dixelin. A girîng ku hunermend ji wan ceribandinan encamekê bi dest bixe. Ji ber ku, her pêşnûmayek êdî bi serê xwe nûnertiya tiştekî dike. Ev jî rastiyek e, wênesaz di bênderê de pirî caran tiştên ku di berhemên xwe de cih nadê, dide wan.
Ji bo ku em bikaribin ji berhemên wênesaz çêjê bistînin divê em ji aliyê rêbazên xêzkişandina wê/î de serwext bin. Ev jî bi tevdana xêzdanka wî/ê çêdibe. Di 2007’an de katalogeke ku ji qelemrêjiyên Geoges Seurat’yî (The Drawings-Qelemrejî) pêk dihat hat weşandin. Di katalogê de qelemrejiyên salên wan cuda û formên cûrbicûr digirtin. Mirov tê digêje ku, di xêzdanka Serurat de gellek pêşnûmayên cûr bi cûr hene. Seurat ji bo ku di form de bi awayekî baş bi dest bixe gelekî li ber xwe daye. Bûye kul jê re û hewya xwe bi çend xêzan neaniye. Heta li ser formekê bi dehan dubare hene. Tê fahmkirin ku Seurat di xêzandinê de bi awayên cuda li formê nihêriye û her xêzandinê de nêrînên xwe yên li ser form teze kiriye heta ku aqil ecibandiye. Biryara xwe li ser form di carekê de nedaye, bi çar çavan lê nihêriye. Bi awayekî eşkere, bi dubarekirina formê re ji formê encamek girtiye. Ango form xwe temam kiriye.
Jixwe çapkirina xêzdankê wêrekiyek e. Ji ber ku di xêzdankê de gellek veşariyên hunermend hene. Di kataloga xêzdanka Serurat de her tişt eşkere ye. Hin rûpel vala ne, hin xêz nîvço mane, notên wî yên dema wêne çêkirinê hene. Bi dehan pêşnûma di katalogê de cih digirin. Bi vê kataloga xêzdankê mirov têdigêheje, ka wênesaz di pêvajoya afirandinê de çawa fikiriye. Nêrîna me ya li ser hunermendan zelal dibe.
 |
 |
 |
 |
| Pablo Picasso |
Leonardo Da Vinci |
Marc Chagall |
Roger Hilton |
Afirînerî bi meleke û mumareseyê pêk tê, ango xebateke li pey hev dikare encameke resen bide. Xebateke ku li pey hev hatibe domandin, digihêje berhemeke xwedî fikr û pêşniyar. Li vir erka melekê, di dema pêvajoya afirîneriyê de xurtkirina hêmayê ye; piştî ew qas hewldanan digihêje vecdê. Ji ber ku hunermend di serkeftinê de dizane ku çavkaniyên hestyariyên rastîn çi ne. Afirandina hêmayeke esas, bi gelek pêş ve çûyîn û paş ve hatin çêdibe. Bi peyveke din, hêma, bi awayê lêkirin û hilweşandinê derdikeve holê. Carinan hay jê çêdibe ku lêkirineke mîsoger pêşiya afirandina hêmayê digire. Û carinan jî tê dîtin ku hilweşandin an jî jê kêm kirin hêmayê ji zêdebûnê, gotinên nepêwîst xilas dike. Bi navkirina tiştên ji bo hêmayê, veger û cardin ji vegerê veger e. Vegera ku hebûna berî xwe hildiweşîne yan jî ji holê radike, hêmaya mayînde ye. Ew hêmaya mayînde ji bo hêmayên ku dê bên afirandin dibe çavkanî. Dîsa, mayîndebûna hêmayê, bi pêhesîbûna hunermend a li hember (bi gotina Benjamin Walter ya herî binavûdeng) xirbe’ya xwe ye. Bêguman, bênder ji bo parastina xirbeya hunermend cihê herî ewle ye. Axirê, bênder cilê ser canê hunermend e, ku ew here ku derê pê re ye. Bênder temamiya yan jî dewamiya hiş û bîra hunermend bi xwe ye. Hunermend bi qelemxistina jiyanê re jiyana xwe şeh dike.
2010