|
|
 |
-
Kategorî: Nûçe
Dadgeha Bajêr a Kopenhagê îro biryara dawî di doza Roj Tv ya ku di 15’ê tebaxê de hatibû vekirin da. Dadgehê Roj TV bi propagandaya PKK’ê sucdar kir û lê lîsansa Roj TV betal nekir, cezayê pere lê birî.Biryar dawî ya doza Roj Tv îro hate aşkerekirin. Doz di 14’ê berfanbara 2011 de bi dawî bibû. Dadgeha Bajêr a Kopenhagê biryara doza girtina Roj Tv di 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Cîhanê de aşkere kir. Dadgehê diyar kir ku daxwaza betalkirina lîsansa Roj Tv û desteserkirna 20 milyon kronê Roj TV’yê ne zagonî ye. Dê dozger biryarê bibe temyîzê. 5 MILYON KRON CEZADadgeha Denmarkê bi hinceta şîrketên Roj TV A/S û Mezopotamya Broadcasting A/S zagona Denmarkê ya li dijî terorê bin pê kiriye, 65 hezar kron (11 hezar dolar, 8700 euro) ceza li wan birî. Her wiha ji bo 40 rojan jî cezayê pere birî û ev yek bi giştî dike 5 milyon û 200 kronê Denmarkî, ango 699 hezar û 339 euro.Di dema ragihandina biryarê de kurdan li ber deriyê dadgehê kon veda. Her wiha Kurdan dowîzên “Çima Kurd berdêla bûya sekreterê giştî yê NATO’yê ya Anders Fogh Rasmussen bidin?” hatin vekirin. Gelek kurd ji bo şopandina dozê ji welatên din ên Ewropayê hatibûn û şaredarê berê yê Kopenhagê Villo Sgordsoon jî li ber deriyê dadgehê bûn. ÇAPEMENIYÊ ELEQEYEK XURT NÎŞAN DAÇapemeniya Denmarkê yak u dozê ji nêz ve dişopîne, eleqeyek pir baş nîşanî biryara dadgehê da û biryarê bi awayeke zindî ragihand. Her wiha çapemeniya navneteweyî jî biryara doza Roj Tv jî şopand.DÊ JI NIHA Û PÊVE ÇAWA BE?Parêzerê Roj TV, Björn Elmquist, diyar kir ku pêvajoya dadgekirinê dê berdewam bike û dê dozger biryarê bibe temyîzê. Tê payîn ku Roj Tv, jî piştre helwesta xwe ya ji niha pêve diyar bike. Rêveberiya Roj Tv bi peyamenê ragihand ku ew li hemberî biryara dadgehê rêzdar in.ANF NEWS AGENCY
|
|
 |
|