|
|
 |
-
Kategorî: Bavê Nazê
Bi xwe, ez ji wan bûm ên ku fîraxsûstin ji bo zilaman eyb didît. Ma bi rastî jî, kê ev tist li ser xwe qebûl dikir? Ne tenê zilam vî karî hinkufê xwe nabînin, heya pîrek, bi xwe jî vê kêmasiyê naynin ser xwe.Heger wiha biba û bidîta ku xwediyê malê ketiye nav firaxan, dê wê ji serma derî li pey xwe bigirta û wê nehista ku çavên wî li yên wî biketa. Pasê, di nav pîrekan de, bi kurtepistî wê bigota: "Weleh, werin vê ecebê, min destê cîranê me di firaxan de dît! Porkurno! Wî bi xwe firax disûstin!" Pîrekên li dorê, dê bi awayekî hîn matmayîtir bigotina: "Pepûk rebenê!"Ev heyamê berê û li welêt dihate gotin. Lê niha, li derveyî welêt, gelo kes heye ku firaxan, ji bedêla kevaniya xwe naso? Ez di wê baweriyê de me, ku ji bilî min, her kes pê radibe. Erê, ez firaxan li malê nasom, tevî ku pêwendiyên min ên rind bi cîhana wan re hene û ez bi hostayetî dikarim wan paqij bikim. Dibe hûn bipirsin; Ma cîhana firaxan jî heye? Ez dikarim bibêjim, ku ew ne tenê xwêdî cîhan in, her wiha jî ew xwêdî jiyan in. Helbet derbasbûna cîhana firaxsûstinê ne wiha hêsan e. Ew jî zanebûnek jê re divêt. U ez ê niha riya vê neyîniyê ji we re diyar bikim.Li Ewrûpayê, mîna li welêt min digot: "Ez ê ji bilî karê xwe yê siyasî, destê xwe nexim ava sar û germ. Lêbelê, pistî demeke ne dirêj, li ciyê nû, min fam kir ku wek berê ji min re naçe serî. Ji ber vê çendê, ez jî ketim geriyana karekî. Min li gelek deriyan xist, lê her ez bêkar mam. Herçî karî ku hebû, ez pê qayîl nedibûm û yê ku min dixwest, xwêdî bi min qayîl nedibû. Dawiya ma dawî, min pêl payêtî û pozbilindiya xwe kir û li xwaringehekê, dest bi karê firaxsûstinê kir. Ji bo ku ez ji çavên xwe nekevim, min dilê xwe bi karê xwe, bi van gotinan xwes dikir: "Kar ne eyb e, lê eyb ew e ku mirov xwe muhtacî pîsan bike." Ligel wiha jî, di destpêkê de, min ji nefsbilindiya xwe nedixwest ku çavên min li yên karkerên hawîrdorê bikevin. Lê dûre, hêdî hêdî ez ketim kirasê kar. Îcar em li hev hatin û me ji zimanê hev fam kir. Bi vî hawayî karê min ber bi hêsaniyê ve çû û ez ketim cîhana firaxsûstinê û me ji hev hez kir. Wekî min got ev pistî demekê bû, lê pêsî?Helbet, destpêkê me li hev nedikir û wê wek canîka ku hîn hogirî xwediyê xwe nebibe, semûsî dikir, geh lotik dida û geh jî xwe nedida destê min. Pistî xirûcireke dirêj, min xwe bi firaxan da naskirin û got: "Ez Kurd im û ji Kurdistanê me."Bi gotinên "Kurd" û "Kurdistan" firax seranser pase pase bûn, rehilîn, ketin hev û dûre li hev ketin. Singesing bi van gotinan li ber guhê min ketin: "Kîjan perçeyê Kurdistanê?" "Kurdino terorîstno." Ji bilî van peyvan, ji min dihate xuyakirin ku peyvên din jî dihatin gotin, lêbelê ew gotinên ha li ser yen din ketin û hemûyan bi hev re mîna çêlîkên hechecîkan devê xwe vekiribûn û digotin: "Em terorîstan naxwazin û vegerê ciyê ku tu jê hatiyî!"Di vê rewsê de, tistek di destê min de nema, ji bilî ku ez wan as bikim û dilpakiya xwe ji wan re diyar bikim û bêjim: "Bavo, çi terorîst, çi hal!We xwelî li serê min kirino, heger Kurd wilo bi sawbûna, çima wê di vê derê re derketina û çavên wan li deriyê xelkê bûna!" Ligel ku destpêkê qîneeta wan bi gotinên min nehat jî, lê dûre gotinên me bi ber hev de çûn û dawiya dawî sêniyekê xwîna xwe xist çavên xwe û giyanê xwe danî ser kefa destê xwe û ber bi min ve hat. Herçî yên din, bi çavên beloq û guhên bel li rewsa hevala xwe nihêrîn. Katê wan dît ku min ew ji çira sîr paqijtir ji nav lepên xwe berda, hinin din jî ceger birin xwe û ber bi jêr ve bûn. Bi alî min ve hatin û ji wê rojê pê ve em li hev baniyan û dema dihatin ber destên min, ji bilî hinekan, silav li min dikirin û bi çûna xwe xatir ji min dixwestin. Tevî ku ez yek bûm û ew pir bûn, min yeko yeko ew ji hev derdixistin û nas dikirin. Hîn ji dûr ve sêniyen kesên dewlemend ku jê xwaribûn, mîna qazên têrbez tena tena û vaja vaja dimesiyan. Sêniyên din jî, ji ber wan dipengizîn û rê li ber vedikirin. Min jî bêhemdî xwe, serê xwe bi selafî li ber diçemand, xwarina mayî diavêt aliyekî û bihemd min ew dixist makîneya paqijkirinê. Bi xwe ev sênî ji celebên bêcir bûn. Lê yê herî bêcir, yên ku fasîstan di wan de xwaribûn, bûn. Wan wilo sênî bêmirêz dikirin, mîna ku bizanibin ku ji biyaniyan pê ve tu kes vî karî nakin. Wan xwarin bi awayekî kirêt di firaxan de dihistin û pirê caran ji wan re dibûn xwelîdank. Bi xwe, ev bûn celebê ku silav li min nedikirin û bi pozbilindî û qezûzî li min dinihêrîn.A bi rastî, divê mirov bibêje, firaxên hebûn ku bi dostanî li min dinihêrîn û heya wan bi xwe jî alîkari bi min re dikirin. Xwediyên wan xwendevan û belengaz bûn. Sêniyên wan wilo alastî û paqij bûn, heya bêsûstin min dikari ew bi rê bikirana.Bi xwe, ji hevderxistina firaxan, dihist ez bi wextê û westandinê nehisim û heya berê êvarî, xwe bi xwe bimînim û bipeyivim. Dibe ji ber vê axaftina min, bi kurtepistî digotin: "Hûn dêhna xwe nadin filan, mîna dêhna bi xwe re dipeyive! Li min jî, di ber xwe de, li wan vedigerand û digot: "Heger hûn jî wek min biketina cîhana firaxan, we yê gazin ji min nekirana." De min çi ji wan bû, her kes li gorî aqilê xwe pêwendiyên xwe bi xelkê re datîne û teserûfê dike. Û de bera ev gotin di nav me de bimîne, ez ê li xwe mikur bêm û ez ê ya rastiyê ji we re bibêjim. Ji ber tesîra vî karî hinin tebên xwe yên li welêt, min guhertin. Loma jî, çi êvara ku ez têm male, berî her tistî ez berê xwe didim malka firaxan û çavên xwe li wan digerînim. Kêlîka ez çend sêniya nesûstî dibînim, ez bi hers bangî jina xwe dikim û bi ser de radibim:"Keçê, bêbavê, ez firaxên xelkê teva disom, tu dixwazî ez yên te jî bisom,!?"Erê, jina min, mîna berê ji min natirse, lê ew pê re pê re destê xwe dixe nav firaxan û wan paqij dike. Edî ez bi xwe dihisim ku hîn ez lawê welêt im, heyvanê bav û kalan bi min re maye û wekheviya jin û mêran li nik min, tenê bi gotinê ye.
|
|
 |
|