19 | 05 | 2012

Ferhengoka Zaravayên Kurmancî-I

Zarava: Ertûşî
Herêm:
Gundê Sînava, Gever
Salixdayî:
Usivê Ehmedê Ûsivî
Mêjû:
24/10/2009
Cihê hevdîtinê:
Nexweşxaneya Îxtisasê, Wan
Kurtenivîsên Peyvan:
n=navdêra nêrza m=navdêra mêza bh=navdêra bêhêl, nêtar

PÊŞEK

Ev ferhengok tenê nimûneyek e û mirov dikare wê berfirehtir bike; lêbelê di hevdîtinekê de ewqas peyv bi dest me ketin. Bi hêviya ku lêkolînerên me hemû zaravayên kurmancî berhev bikin û wan destkeftiyan li ser xîmên C. Bedirxan ji nû ve bihûnin. Bi texmîna min ev rêbaz pêngaveke girîng e ji bo dewlemendkirin û standardkirina zimanê kurdî. Me ev peyv tenê ji şexsekî wergirtin û dibe ku xeletiyên salixdayiyî hebin. Bila hevalên ertûşî ji kerema xwe re xeletiyan bi riya navnîşana han sererast bikin: Bu e-posta adresi spam robotlarından korunuyor. Görebilmek için JavaScript etkinleştirilmelidir. Bu e-posta adresi spam robotlarından korunuyor. Görebilmek için JavaScript etkinleştirilmelidir.

A-LAŞNASÎ

baq: n nermegoştê li pişt hestiyê çîpê; geh, teşk
binkefş: n
binçeng, binmil
bîlek: n
baz, pazû
bînahî: m
reşika çavî
çingil: n
çepil
dirûşe: n
çîpa lingî (hestiyê di navbera çok û piyan de)
geh: m
movika hestiyî
gerguwîsk: n
gurçik, gulçîsk
hinarok: n
hinarik
kaska çokê:
hestiyê serçokê ** kasika çokê nebit, mirov dê bi gurgî re gihit (gotina pêşiyan)
kefş: n
çeng, çepil
kelêjî: m
parsû, paresû
korika stûyî:
kortîka/çalika stûyî
lam: m
çenge, erzen
lemze: m
qeydika destî, zendik
mijûlang: m
perikên çavan
mitilka guhî:
nermegoştê li binê guhî yê ku jin ji bo guharan qul dikin
nafik: m
navik
nînik: m
neynok, nenûkên tiliyan
panik: m
kefa destî
          -panika devî:
esmanê devî, arîkê devî
paşmil: m
ji aliyê piştê ve her du hestiyên sermilê, kulang
pirç: m
por
qirqirk/qirqirîşk: m
gilêya ku di nîveka qirikan de ye, xurtxurtûk
-qirqirîşka guhî:
kerika guhî
qortîxe: n
hestiyê kemaxê, qarçik
sîh: m
pişik
spîlik: m
spîk
tibil: m
tilî, pêçî

B-AJALNASÎ

1. Perindeyên Malê

çûçilok: bh cûcik
dim: n
nikil
dîkil: n
dîk
fisandin:
fis kirin (têkiliya zayendî ya perindeyên malê)
hêk cemandin:
ketin kurkê
kefîk/katar:
m popilê serê dîk û mirîşkan
kolika mirîşkan:
pinik
kurk kirin:
kirin kurkê
mamirk: m
varik
per: n
bask
şilik kirin:
melisîn
tozgivizk: m
çalika ku perindeyên malê vedidin û tê de dimelisin

2. Pez

berdîr: m belindîr, bendîr (miya du salî)
dûng: n
dûv
giha piştê:
hestiyê piştê, ziha piştê
hogiç: n
hogeç (beranê sê salî)
qert/qerteberan: n
maz (beranê çar salî)
şek: n
belindir, bendir (beranê du salî)
mêjok:
mîjo, ajala ku ji bilî maka xwe şîrê makên din jî dimije

3. Nêrî û Bizin

twîre/tûre, kwîr: n (nêriyê du salî)
sayis: n
(nêriyê du salî)

 

4. Dewar

golika/golikê salî: moz, mozik
navgan: m
nogin

5. Ker, Hêstir û Hesp

berok: m pêşbenda zînî
bijû: n
porê hespan, bijî
       -bijûyên kilikê:
pirça dêla hespan, dêlbijî
hatin teleban:
hatin fehlan
kilik: m
dêl, boçik
lixav: m
dem
neparastin:
(ji bo bidestxistina hêştirekê) ker berdan ser mehînê
nober: m
kera mê ya du salî
nire: n
kerê nêr ê du salî
palî: n
qûşa zînî
şamboz bûn:
rabûn şekan, rabûn ser her du lingên paşîn

 

5. Ajalên Bejî

kûsel: kîso, kûsî
kehî kirin:
kedî kirin

C-AMAN Û AMÛRÊN MALÊ

berdax: m îskan
dorik: m 1.
kirdan 2. zirze, zirzile
kodika şekirî:
şekirdank
mehcime: m
teşt
nanpêjk: n
textikê nanpêjiyê
pîstikê jajî:
eyarê toraqê
qulqule: m
zirze, zirzile
sênîk: m
tas, legan, tebeq
şûşe: m
îskan

Ç-CIL Û BERG

burwîk: m berîk
dersok: m
destmal, pûşî
kefîk: m
mêzer
koçero: m
solên rêzînê, solên reş ên lastîk
kulav: n
kum
pawzîn: n
qutik/êlekê jinan
serguh: n
qûcix, potê zivistanî
şaşok: m
şaş, şaşik
çap (bi /ç/ya /çav/î: m
têrik

 

D-BABETÊN CIHÊRENG

bedene: m beden, sûr
cindî:
rind
çalemêş: m
kewareya hingivî
law:
rind, baş
lawan:
camêr
lê re:
li vir
sertwî: n
toyê ser mast û şîrî
wê re he:
li dera han
xilte: m
ta, nexweşiya tîfoyê